Gerîlayên Hêzên Parastina Gel li Colemêrg, Şirnex, Amed, Çewlik, Mûş û Bedlîsê li dijî polîs û hêzên artêşa Tirk çalakî lidar xistin. Di encama van çalakiyan de dewleta Tirk windahiyên giran da.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de, ev agahî hat dayîn:
LI DIJÎ QEREQOLA GOMANÊ YA LI ŞEMZÎNANÊ ÇALAKÎ
"Gerîlayên HPG'ê di 17'ê Îlonê de, li hemberî qereqola Gomanê ya li navçeya Colemêrg Şemzînanê çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de, gerîlayan bi çekên giran li leşkerên li nava qereqolê kom bûbûn xistin. Hejmara leşkerên hatin kuştin û birîndar bûn nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê, artêşa Tirk bi tank û hawanan derdora qereqola Gomanê bomberdûman kir.
DI ÇALAKIYA YJA STARÊ DE 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Gerîlayên YJA STAR'ê roja 16'ê Îlonê li hemberî qereqola Salara ya li Şemzînanê çalakî pêk anîn. Di vê çalakiya bi çekên giran hat lidarxistin de herî kêm 2 leşker hatin kuştin.
LI COLEMÊRGÊ WESAYÎTEKE ZIRXÎ HAT RÛXANDIN
Li herêma Meskan a Colemêrgê, gerîlayên HPG'ê li hemberî konvoyeke leşkerî ya artêşa Tirk çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Di vê çalakiyê de wesayîteke zirxî bi temamî hat rûxandin. Kuştî û birîndarên leşkeran nehat zelalkirin.
DERB LI HELÎKOPTEREKE KOBRA HAT XISTIN
Roja 18'ê Îlonê saet di 06-07'an de du helîkopterên Kobra û şeş helîkopterên Skorsky ên artêşa Tirk xwestin leşkeran deynin qereqola Girê Çete ya li Geverê. Bi derbên hêzên gerîla re helîkopterên Skorsky berî leşkeran deynin ji herêmê vekişiyan. Gerîlayan derb li helîkoptereke Kobra xistin. Di heman demê de gerîlayên HPG'ê bi çekên giran derbên xurt li qereqola Remo xistin.
MEWZIYÊN ARTÊŞÊ YÊN LI SER SÎNORÊ HEFTANÎNÊ HEDEF HATIN GIRTIN
Roja 17'ê Îlonê saet di 09:15 û saet di navbera 13:30-18:30 de, hêzên gerîla bi çekên giran û ferdî li mewziyên artêşa Tirk ên li derdora qada Şehîd Kendal a li ser sînorê Heftanînê xistin. Piştî çalakiyê alaya topvanan a Bejuhê û qereqola Girê Meymûn, bi obus, topên hawanên bi fosfor û tankan qadên Deriyê Davetiya û Kêlikê bomberdûman kirin. Piştî bomberdûmanê li herêmê şewat derket.
LI ÇELÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN
17’ê Îlonê yekîneyên derketin operasyonê yên ji qereqola Rindikê ya navçeya Çelê ya Colemergê, ji gerîlayên HPG’ê re bûn hedef. Di pevçûnê de 2 leşker hatin kuştin. Hat diyarkirin ku li herêmê operasyon didome.
LI SILOPIYAYÊ LOJMANÊN POLÎSAN BÛN HEDEF
16’ê Îlonê saet 19.00’an gerîlayên HPG’ê li hember lojmanên polîsan çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de mewziyek doçkayê ku tê de 4 polîs jî hebûn bi roketan hat bomberdûmankirin. Di vê çalakiyê de hejmara polîsên mirî û birîndar nehatin zelalkirin.
LI ŞAXÊ LEŞKERAN DEMA OPERASYONÊ DARISTAN ŞEWITANDIN
Hat ragihandin ku artêşa Tirk li navbera gundên Çaminiş û Xûmare yên girêdayî navçeya Şax a Wanê dest bi operasyonê kirin. Leşkerên ku ti encam ji operasyonê negirtin, daristan şewitandin. Ev operasyon saet 14.00’an bê encam vekişiya.
LI ELBAKÊ ÇALAKIYA SÛÎQESTÊ: LEŞKEREK HAT KUŞTIN
17’ê Îlonê saet 14.50’an gerîlayên HPG’ê kuleya çavdêriyê ya girêdayî qereqola Xalkava ya girêdayî navçeya Elbakê ya Wanê, kirin hedef. Di çalakiya sûîqestê de leşkerek hat kuştin. Piştî çalakiyê heta saet 15.30’an leşkeran bi A-4 û çekên giran derdora xwe gulebaran kirin.
Artêşa Tirk ji alayê ya navçeya Bêşebabê ya Şirnexê, herêma Kato Marînos bi obus û hawanan bomberdûman kir.
LI AMEDÊ RÊ DI BIN KONTROLA GERÎLA DE NE
HPG’ê da zanîn ku rêyên Licê û Pasûr, Çewlig û Amedê di bin kontrola gerîlayan de ne. Saet 07.00’an helîkopterek Skorsky ji bo keşfê hatibû, gerîlayan ji du baskan ve lê dan.
LI TETWANÊ 3 POLÎS BI GIRANÎ BIRÎNDAR BÛN
17’ê Îlonê saet 18.00’an gerîlayên HPG’ê li hember wesayîtek Akrep a li navenda navçeya Tetwanê ya Bedlîsê, çalakiyek sabotajê pêk anî. Di çalakiyê de herî kêm 3 polîs bi giranî birîndar bûn.
Her wiha HPG’ê ragihand ku sercerdevanên gundên Bista, Kelhê yên girêdayî Xîzanê û Zînzik ê girêdayî Şîrwanê ya Sêrtê xebatên kontra dimeşînin. Agahî hat dayîn ku kontra bi leşkeran ve li Çiyayê Gerzebê yê Şîrwanê derdikevin operasyonan.
ARTÊŞA TIRK ŞEHÎDGEHA LI GIMGIMÊ KIR HEDEF
HPG’ê der barê êrîşên li ser şehîdgehê ev agahî da: “17’ê Îlonê saet 04.00’an artêşa Tirk êrîşî şehîdgeha Şehîd Ronahî û Şehîd Îsmaîl ên li navçeya Gimgimê ya Mûşê kir. Şehîdgeh û derdorên wê destpêkê balafirên şer bomberdûman kirin, piştre jî helîkopterên Kobrayê texrîb kirin. Piştî van gulebaran û bomberdûmanan, artêşa TC bi wesayîtên zirxî êrîş bir ser şehîdgehê û îbadetgehên li vir jî texrîp kirin. Gelê herêmê li hember van operasyonana helwest nîşan dan. Leşkeran êrîş birin ser gelê herêmê û gelek kes binçav kirin. Tevgera li şehîdgehê hê jî didome û leşkeran tevahî rêyên li vir girtine.”
LI SARIQAMIŞ ARTÊŞA TIRK QADÊN GERÎLA BOMBE KIR
HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk li Sariqamişê 17’ê Îlonê saet di navbera 10-12’ê şev de bi topên hawanê bomberdûmanek pêk aniye, heman rojê saet 16.30 û 17.00’an de artêşa Tirk qada Demîrkapi ya girêdayî gundê Çemçe yê Qersê bombe kiriye.
RÊYÊN DÊRSIM-PULUR, DÊRSIM-ERZÎGAN DI KONTROLA GERÎLAYAN DE YE
HPG’ê diyar kir ku rêyên Dêrsim-Pulur û Dêrsim-Erzîngan di kontrola gerîlayan de ye û têkildarî operasyonên artêşa Tirk ev agahî da: “Ji 17’ê Tebaxê ve rêyên Dêrsim-Pulur û Dêrsim-Erzîngan di kontrola hêzên meyên gerîla de ye.
- Rêyên Dêrsim-Pulur û Dêrsim Erzîngan ên ev 3 roj in ji aliyê artêşa TC ve hatibûn girtin îro dîsa hatine vekirin.
Li navçeya Pulur a Dêrsimê ku ji aliyê artêşa TC ve operasyon hatiye destpêkirin li gor vê;
- 16’ê Îlonê piştî nîvro saet 15.00’an 2 balafirên keşfê li qadên Gamir, Otlû Bahçe û Kozlûca yên girêdayî navçeya Pulur a Dêrsimê keşf pêk anîne.
- 16’ê Îlonê piştî nîvro saet di navbera 17.15 û 18.00 de bi koordîneya 2 balafirên keşfê qadên Gamir, Otlû Bahçe û Kozlûca yên girêdayî Pulur a Dêrsimê hatine bombekirin. Dîsa saet 18.20 û 19.00’an 2 helîkopterên kobra jî qada Gamir bombe kirine. Ev bomberdûman ji saet 23.30 heta 00.30 ku qadên Gamir û Otlî Bahçe kirine nav xwe dewam kirine.
- 16’ê Îlonê êvarî saet di navbera 18.00 û 19.00’an de bi desteka 2 helîkopterên Kobra, helîkopterên Skorsky li qadên Gamir, Otlû Bahçe û Kozlûca leşker danîne.
Operasyona artêşa Tirk a 16’ê Îlonê destpê kiribû bi desteka pêgerên keşfê didome.”