BI DÎMEN

Erzîncan: Civaka azad bi çapemeniya azad re dikare dengê xwe bide bihîstin

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan diyar kir ku AKP dixwaze bi sansur, girtin û qedexekirina çapemeniya azad re rûyê xwe yê qirêj veşêre û got, "Civaka azad bi çapemeniya azad re dikare dengê xwe bide bihîstin."

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan diyar kir ku AKP dixwaze bi sansur, girtin û qedexekirina çapemeniya azad re rûyê xwe yê qirêj veşêre û got, "Civaka azad bi çapemeniya azad re dikare dengê xwe bide bihîstin."

Erzîncan êrîşên li hemberî kedkar û saziyên çapemeniya azad nirxand û got, "Di vir de jî AKP karaktera xwe ya faşîst bi xurtî nîşan dide. Di gelek pêkanînên AKP'ê de ev tê dîtin. Pitikê di pêçekê de jî weke terorîst tê binavkirin. Yanî dereweke di vê astê de tê kirin. Yên ku herî zêde derewên hikûmeta AKP'ê radixin pêş çavan, bêguman saziyên çapemeniya azad in. Yek ji saziyên ku herî zêde li terora AKP'ê rast tên jî saziyên çapemeniya azad in. Herî dawî nêzî deh qenal hatin girtin. Em dikarin bêjin ku polîtîkayên sansur, qedexe û girtinê di vê demê de herî zêde li hemberî çapemeniya azad hatin meşandin."

Erzîncan da xuyakirin ku sedema êrîşên li hemberî çapemeniyê, tirsa AKP'ê ya ji aşkerabûna derewên wê ne û got, "Eegr organên weşan-çapemeniyê bi awayekî bêalî bixebitin, wê rûyê esasî yê hikûmetê bêhtir aşkera bibe."

DI HEMÛ DARBEYAN DE, EWILÎ ÇAPEMENÎ HEDEF HATIN GIRTIN

Erzîncan diyar kir ku sansur û hewldanên girtinê yên li hemberî saziyên çapemeniya azad, parçeyek ji darbeya sivîl e û got, "Ji ber ku di pêvajoya hemû darbeyan de ewilî saziyên çapemeniyê hedef hatine girtin. Em van hewldanên AKP'ê yê xwedî mejiyê darbeyê ye, şermezar dikin. Dixwazin tevahiya medyayê bike medya alîgirê xwe."

Erzîncan got, "Em bawerin ku saziyên çapemeniyê yên pêşverû wê bi berxwedaneke mezin û bi nêrîna xwe, gavan biavêjin. Çapemeniya ku tê xwestin were bêdengkirin, wê bi xurtî xebatên xwe bimeşîne. Weke KJK, em van pêkanînên li hemberî kedkarên çapemeniya azad şermezar dikin. Civakeke azad bi çapemeniya azad re dikare dengê xwe bide bihîstin. Em dixwazin ji hemû kedkarên çapemeniyê re bêjin, ku di têkoşîna bûyîna dengê jiyana azad de, em bi wan re ne."