Şêniyên Pulurê: Em ê bendan hilweşînin
Li Dêrsimê, dewleta Tirk dixwaze rewşa awarte bi rê ve bibe. Gel jî li dijî vê li ber xwe dide.
Li Dêrsimê, dewleta Tirk dixwaze rewşa awarte bi rê ve bibe. Gel jî li dijî vê li ber xwe dide.
Bi biryara Walîtiya Dêrsimê re, rêyên bejahî yên Dêrsim-Pulur û Dêrsim-Erzîngan li çûn û hatinê hatin girtin.
Li navçeya Dêrsim Pulurê jî, gel ji bo rakirina bendan û sekinandina operasyonan çû herêma bend lê hene.
Girseya gel, ku di nav de rêveberên HDP û DBP'ê yên bajêr û endamên meclîsa şaredariyê jî hene, dest bi çalakiya rûniştinê kir.
Çalakiya rûniştinê li ber avahiya hikûmetê ya li Pulurê dewam dike.