HPG: 25 leşker û 4 polîs hatin kuştin
Gerîlayên HPG/YJA STAR'ê, bi çalakiyên bi bandor bersivê didin êrîşên dewleta Tirk. Di çalakiyan de 25 leşker û 4 polîs hatin kuştin.
Gerîlayên HPG/YJA STAR'ê, bi çalakiyên bi bandor bersivê didin êrîşên dewleta Tirk. Di çalakiyan de 25 leşker û 4 polîs hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, der barê çalakiyên gerîla yên li Bakurê Kurdistanê de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya HPG'ê de ev agahî bi raya giştî re hat parvekirin:
COLEMÊRG
"Roja 15'ê Îlonê saet di 17:30 de, li hemberî konvoyeke ji wesayîtên zirxî ya ji Wanê diçû Colemêrgê, hêzên me yên gerîla çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiya sabotajê de wesayîteke zirxî bi temamî îmha bû; 3 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî bi giranî birîndar bûn. Ev çalakî ji aliyê tîma me ya Şehîd Laşer Tolhildan ve ji bo bîranîna gelê me yê welatparêz ê li Cizîrê hat qetilkirin, hat lidarxistin.
Roja 16'ê Îlonê saet di 01:30 de, li herêma di navbera gundên Şaîte û Sekran ên navçeya Colemêrg Geverê, li hemberî 2 stasyonên bazê yên Vodafonê çalakiyek hat kirin û di encamê de her du stasyon hatin rûxandin.
14'ê Îlonê saet di 18:00 de, li hemberî wesayîteke zirxî ya ji tabûra Geverê derdiket û tê de tîmên tevgera taybet hebûn, hêzên me yên gerîla bi çekên giran û ferdî çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiya ku derbên xurt li wesayîta zirxî hat xistin de, hejmara kuştî û birîndaran nehat zelalkirin. Her wiha hejmarek zêde ambûlans hatin cihê bûyerê.
Roja 16'ê Îlonê saet di 13:30 de, artêşa T.C li ser rêya Colemêrg û Wanê derket operasyonê. Di vê operasyonê de artêşa T.C gule li derdorê reşand û ji ber vê gulereşandinê li erdê gundê Rezanê şewat derket. Şewata li vir hînê dewam dike.
ZAP
Di çarçoveya Pêngava Şehîd Reşît Serdar de, roja 14'ê Îlonê saet di 15:00 de li hemberî qereqola Geman a li ser sînorê herêma Zapê ye, 2 çalakiyên sûîqestê hatin kirin û di encamê de 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê qereqola Gemanê bi çekên giran gule li derdora xwe reşand.
ŞIRNEX
15’ê Îlonê hêzên gerîlayên me li hember stasyonek bazê ya înternetê û Tirk Telekomê ya li gundê Pirosa yê girêdayî navçeya Bêşebabê ya Şirnexê çalakiyek pêk anîn û di encam de stasyona bazê hat îmhakirin.
AMED
Hêzên gerîlayên me ji bo bîranînên ciwanên di encama êrîşa artêşa Tirk de şehît ketin, Senar Garzan di berxwedana Farqîn a Amedê; Rûken Acar di berxwedana Taxa Baglarê û ciwanên di berxwedana Cizîrê de şehîd ketin, 2 çalakiyên berfireh pêk anîn.
14’ê Îlonê danê êvarî saet 18.45’an hêzên gerîlayên me li hember navenda navçeya Hezroyê ya Amedê ji 5 baskan ve çalakî pêk anîn. Çalakî bi roketan, bombeyan û çekên ferdî pêk hatin, li hember hedefên leşkerî yên derdora girtîgehê pêk hat û li vir 3 leşker hatin kuştin. Du çeperên hatin îmhakirin û wesayîteke zirxî ya tîpa panzer bi teqemeniyê hat derbkirin. Her wiha ji 2 baskan ve 2 çeperên pêşiya avahiya Emnîyetê jî bûn hedef û hatin îmhakirin. Li vir wesayîtek tîpa Akrep jî di encama derbeyan de kete rewşeke ku êdî nayê bikaranîn. Di pevçûnê de hinek cerdevanan êrîş kirin û li ser vê hêzên gerîlayên me jî bersiva wan dan. Di vê êrîşê de 4 polîs hatin kuştin û yek jî birîndar bû. Komek hêzên gerîlayên me bi çekên ferdî li avahiya Qeymeqamtiyê dan, komek din jî bi BKC, B-7 û çekên ferdî ve tabûra leşkerî kirin hedef û bi awayekî bandor lêdan. Bi gişti di çalakiyê de 7 leşker hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.
Hevalê Delîl di nav tîma me ya avahiya Emniyetê hedef girtibû de cih digirt, dema çalakiyê de birîndar bû. Hevalê Delîl bi awayekî fedaî heta dawiyê li ber xwe da, di serketina çalakiyê de bû xwedî roleke girîng di çalakiyê de şehîd ket.
15’ê Îlonê saet 18.00’an artêşa TC bi piştevaniya cerdevanan, li girên stratejîk ên girêdayî navçeya Hezroyê ya Amedê kemînan datîne.
14’ê Îlonê saet 22.30’an hêzên gerîlayên me li hember qereqola polîsan a Fatîhê ya li navenda Amedê wê çalakî pêk anîba, lê ev çalakî hat ferqkirin û veguherî pevçûnê. Polîsên birîndar bûn hene û der barê vê çalakiyê de nûçeyên hatine dayîn derew in.
Ji 15’ê Îlonê û vir ve rêya Licê û Pasûr ên Amedê di bin kontrola hêzên gerîlayên me de ye.
Ji 13’ê Îlonê û vir ve rêya Çewlik-Amedê di bin kontrola hêzên gerîlayên me de ye.
ÇEWLIK
15’ê Îlonê saet 09.50'an 2 wesayîtên zirxî yên artêşa TC dema ji navçeya Kizilagaç a Çewlikê diçû Mûşê, li nêzî gundê Korbûx ji aliyê gerîlayên me ve hedef hatine girtin. Li hemberî wesayîteke zirxî çalakiya sabotajê pêk hatiye. Ev wesayît bûye 3 parçe û ji qadeke 60 metreyî belav bûye. Piştî teqînê artêşa TC bi wesayîtên zirxî û ambulansan mirî û birîndarên xwe rakirine. Di medyaya artêşa şerê taybet a Tirk de ku hat gotin 2 jê giran 12 birîndar hene, lê bi awayekî zelal 10 leşker mirin 5 leşker jî birîndar bûne.
MÛŞ
Ji 7’ê Tebaxê ve rêya Trenê ya di navbera Korxan û Mûşê de ji aliyê gerîlayên me ve hatiye girtin. Ev rêya trenê hê jî nayê bikaranîn.
Ji 13’ê Îlonê ve rêya Gimgim-Kanîreşê di kontrola hêzên gerîlayên me de ye.
ERDEXAN
15’ê Îlonê saet 15.30’î li hember 3 stasyonên bazê yên Turkcell, Vodafone û Avea yên li navçeya Golan a girêdayî Erdexanê tîmeke me ya gerîlayan çalakiyeke sabotajê pêk anîne. Di encama çalakiyê de stasyona bazê hatiye îmhakirin.
AGAHIYÊN NASNAMEYÊ
Agahiyên nasnameya gerîlayê li Hezoyê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest daye wiha ye:
Nasnav: Delîl Koçer
Nav-Paşnav: Mehmet Cemal Demîr
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Navê dayik-bav: Meryem - Beşîr
Dîrok û cihê şehadetê: 14’ê Îlona 2015 / Amed