Polîsan li Wanê rojnamevan Dûrsûn derb kirin

Îro li Wanê meşek ji bo azadiya Ocalan û protestokirina komkujiya Cizîrê pêk hat. Piştî meşê polîsan hewl dan ku kesekî îxtiyar ê xwest posterê Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan ji erdê rake lînç bikin.

Îro li Wanê meşek ji bo azadiya Ocalan û protestokirina komkujiya Cizîrê pêk hat. Piştî meşê polîsan hewl dan ku kesekî îxtiyar ê xwest posterê Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan ji erdê rake lînç bikin. Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Wanê Veysî Dîlekçî, Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Navçeya Tûşbayê Tîmûr Sayyîgît û Mehmet Dûrsûn ê di dema bûyerê de dîmen dikişand xwest mudaxeleyî vê lînca ku polîs dikin bikin, rastî heqareta polîsan hatin. Polîsan bi kursiyan li serê Rojnamevan Dûrsûn dan û xwestin dîmengirtinan asteng bikin. Ji ber derbeyan, Dûrsûn demekê ji ser hişê xwe çû, piştre welatiyan Dûrsûn rakirin nexweşxaneyê. Piştî mudaxeleya li nexweşxanê, Dûrsûn tabûrcî bû.

...