Nasnameyên 2 şervanên di êrîşa li Hesekê de jiyana xwe ji dest dan
YPG'ê nasnameyên 2 şervanên xwe yên di êrîşa bombeyî ya duh a li Hesekê de jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir.
YPG'ê nasnameyên 2 şervanên xwe yên di êrîşa bombeyî ya duh a li Hesekê de jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi rêya malpera xwe ya înternetê daxuyaniyeke nivîskî weşand û nasnameyên 2 şervanên xwe yên di êrîşa bombeyî ya duh a li Hesekê de jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin ji tevahî cîhanê re diyar kirin ku ew hêza herî bi bandor li dijî her cûre terorê ne. Ev nêzî sê salin YPG û YPJ'ê derbeyên herî giran li hêzên tarî yên dixwazin ax û gelê me bi dest bixin, didin. Di her êrîşê de me bersivek tund dan û êrîşên hovane li her qadê têk bir. Lewra ew bi awayên qirêj û terorîstî bi wesayîtên bombebarkirî êrîşî gelê me yên sivîl dikin. Di teqîna duh li bajarê Hesekê de hejmarek welatiyên sivîl her wiha du hevrêyên me bi qehremanî şehîd ketin.
Hevrê Bengîn Hesekê û Welat Hesekê yên ku hewl dan wê wesayîta bombebarkirî asteng bikin bi lehengî gihîştin asta şehadetê.
Em wek YPG û YPJ sozê didin her du hevalên xwe ku em ê berxwedanê nû bikin heta gihiştina jiyanek bi rûmet û azad ji bo tevahî gelên li herêmê dijîn."
Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên her du şervanên azadiyê bi vî rengî ne:
Nasnav: Welat Hesekê
Nav û paşav: Mihemed Xilêf
Navê dê û bav: Meryem-Ehmed
Cih û dema ji dayikbûnê: Hesekê, 1990
Cih û dema ji destdayîna jiyanê: Hesekê, 15.09.2015
Nasnav: Bengîn Hesekê
Nav û paşnav: Liqman Mihemed
Navê dê û bav: Emîne-Yasîn
Cih û dema ji dayikbûnê: Hesekê, 1965
Cih û dema ji destdayîna jiyanê: Hesekê, 15.09.2015