Li Parîsê bîranîna ciwanên li Pirsûsê û gerîlayan

Ciwanên li Pirsûsê hatin qetilkirin û gerîlayên di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan, li Parîsê tên bîranîn.

Li herêma Sarcelles a paytexta Fransa Parîsê, ciwanên li Pirsûsê hatin qetilkirin û gerîlayên HPG'ê yên di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan, tên bîranîn.

Li salona Espace Champ de Foîre, Konseya Kurd a Demokratîk li Fransayê (CDK-F) û Komeleya Çandê ya Karkerên Koçber ên Tirkiyeyî (ACTÎT) ji bo bîranîna ciwanên li Pirsûsê hatin qetikirin, Endamê Konseya Fermandaran a HPG'ê Şervan Varto yê di bomberdûmana Herêmên Parastinê yên Medyayê de jiyana xwe ji dest da, Ekîn Wan a bi îşkenceyê hat qetilkirin, Botan Canfeda, Erdal Nûda û Harûn Raman ên di çalakiya fedaî de jiyana xwe ji dest dan, bîranînekê lidar xistin.

'HESAP BIPIRSE'

Merasîma bîranînê wê bi dirûşmeya 'Hesap bipirse' di 18'ê Îlonê saet di 18:30 de pêk were û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî lê amade be. Tevî malbatên cangoriyên jiyana xwe ji dest dane, şahidên komkujiya li Pirsûsê jî wê tevlî merasîmê bibin.

Yuksekdag, piştî vê merasîma bîranînê wê li Ewropayê xebatên hilbijartinê bimeşîne.