HPG'ê nasnameya gerîlayekî aşkera kir
HPG'ê nasnameya gerîlayekî li Şengalê jiyana xwe ji dest da, aşkera kir.
HPG'ê nasnameya gerîlayekî li Şengalê jiyana xwe ji dest da, aşkera kir.
Fermandariya HPG'ê ya Şengalê, nasnameya gerîlayekî di 11'ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da aşkera kir. Di daxuyaniya fermandariyê de hat gotin, "Hevalê me Tîrêj Aso yê di sala 2012'an de tevlî refên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bû, piştî perwerdeyê di rêbaz û taktîkên gerîla de xwe gihand asta pisporiyê û dest bi bicihanîna wezîfeyê kir. Hevalê me Tîrêj, meşa xwe ya dirêj a Bakurê Kurdistanê bi berxwedana Şengalê re derxist asta herî bilind. Bi rêbazeke xurt a têkoşînê re bû fermandarekî gihîştî yê gerîla."
Daxuyaniya HPG'ê bi vî rengî dewam kir: "Hevalê Tîrêj ji rojên destpêkê yên fermana li Şengalê rabû û heta niha, her tim li refên herî pêş cih girt, hem weke şervanekî hem jî weke fermandarekî di şer û jiyanê de xeta fedaî ya Apoyî bi awayê herî baş temsîl kir. Di demên herî zor û zehmet de bi vê sekna xwe re bû mînak û di dilê hevrêyên xwe, civata Êzidî û her kesên di berxwedana Şengale de şer dikin, gihaşt asteke neyê ji bîr kirin. Hevalê Tîrêj bi sekna xwe ya di nava şer de cidî, di nava jiyanê de jî dilnizm re, bi taybetî di şerê bajêr û çalakiyên sûîqestê de derbên mezin li çeteyên DAIŞ'ê yên qetlîamker xist û îdîaya têkoşîneke xurt radestî me kir. Weke şopdarên vê sekna wî ya biryardar em destnîşan dikin ku em ê wezîfeyên wî bibin serî û bi bîranîna wî re dilsoz bin."
Nasnameya gerîlayê jiyana xwe ji dest da bi vî rengî ye:
Nasnav: Tîrêj Aso
Nav-Paşnav: Adem Aslan
Cihê ji dayikbûnê: Mersîn
Navê Dê-Bav: Rabîa-Suleyman
Cih û dema ji destdayîna jiyanê: 11'ê Îlona 2015 / Şengal