Polîsan Taxa Xaçortê ya girêdayî navçeya navend a Îpekyolû ya Wanê dorpêç kirin û tîmên tevgera taybet derdor rasterast gulebaran kirin. Di encama gulebarana polîsan de bavê zarokekî Mahsûn Îlkaş (20) bi giranî birîndar bû.
Polîs û tîmên tevgera taybet danê êvarî Taxa Xaçortê ya girêdayî navçeya Îpekyolûyê dorpêç kirin û rasterast derdor gulebaran kirin. Li ser vê, kesên ku li taxê dijîn parastina xwe kirin, barîkat danîn ser rê û xendek kolan. Ji ber polîsan li taxê gule reşandin, bavê zarokekî Mahsûn Îlkaş (20) ji guleyek li zikê wî ket. Welatiyan Îlkaş rakirin nexweşxaneyê. Kesên li taxê, yekîneyên xweparastinê ava dikin. Li gelek taxan qutbûyina elektrîkê gelek gûman dan çêkirin.
Polîsan bi dehan wesayîtên zirxî tax dorpêç kiriye û li jora taxê jî bi saetana tevgera helîkopteran hene. Ji taxê dengê çekan û teqînan tê.
Her wiha, dema wesayîteke polîsan xwest ku têkeve taxê teqînek dijwar pêk hat.