Gerîlayê HPG’ê Îddaci ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Jiyan Îddaci (Canfeda Agirî) ê ku li Çiyayê Agiriyê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da li Giyadînê bi tevlîbûna hezaran kesan hat definkirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Jiyan Îddaci (Canfeda Agirî) ê ku li Çiyayê Agiriyê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da li Giyadînê bi tevlîbûna hezaran kesan hat definkirin. Hate zanîn ku cenazeyê Îdaci 4 rojan li Erziromê nedanîn morgê û terkî rizînê kirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Jiyan Îddaci (Canfeda Agirî) ê 11'ê Îlonê li Çiyayê Agiriyê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da ji Saziya Tipa Edlî ya Erziromê hat wergirtin û anîn navçeya Giyadînê ya Agiriyê. Hate zanîn ku cenaze ji 11'ê Îlonê heya niha li Saziya Tipa Edlî hatiye sekinandin û nedanîn morgê û terkî rizînê hatiye kirin. Cenazeyê Îdaci şevê din anîn Giyadînê û xwestin bibin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê lê midûrê nexweşxaneyê got, "Fermana Waliyê Agiriyê heye em nikar bigirin" û li ser vê yekê heya serê sibê li baxçeyê Midûriyeta Îtfaiyeya Şaredariya Giyadînê hat sekinandin. Li baxçe cenaze hat şûştin û piştî re ji aliyê hezaran welatiyan ve hat wegirtin û birin Taxa Îsaaga. Di merasîma cenaze de dirûşmên "Qatil Erdogan", "PKK gele gel li vir e" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin. Parlamenterên HDP'ê yên Agiriyê Berdan Ozturk, Dirayet Taşdemîr, M. Emîn Îlhan, hevşaredarên Agirî û Giyadînê, rêveberên DBP û HDP'ê tevlî merasîma cenaze bûn. Cenazeyê Îdaci bi meşê heya goristanê birin. Piştî nimêja cenazeya li goristanê cenazeyê Îdaci hat definkirin.

Piştî karên definkirinê bi dawî bûn Parlamenterê HDP'ê Berdan Ozturk axivî û diyar kir ku gelê Kurd her tim aştî xwest û ji ber vê yekê li ser maseya muzakereyê rûnişt lê Erdogan mase xera kir û vegeriya ser polîtîkayên red û înkarê. Ozturk anî ziman ku AKP'ê biryara şerê topyekûn girtiye û wiha got: "Ji zarokên 35 rojî heya kesên 75 salî hemû hedef hatin girtin. Ez roja bihurî li Cizîrê bûm. Li wir komkujiyek heye. Jin, zilam û zarok hemû kes hedef hatin girtin. Îro jî em li vir ciwanekî xwe defin dikin. Heke em xwedî li xwe dernekevin em vî şerî nikarin rawestînin. Divê edî em bêjin bes e."

Piştî merasîma cenaze girseyê sersaxî li malbatê da. Li navçeyê esnafan jî dikanên xwe venekirin.