KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk li girên beramberî Farqînê tank bi cih kirin
Li navçeya Farqîn a Amedê êrîşên polîsên Tirk ên danê sibehê destpêkirin ku didomin li girên beramberî taxên ku gel di nav berxwedanê de ne tank hatin bicihkirin. -
Qedexeya derketina derve ya li Cizîrê tê protestokirin
Li Cizîrê ku saetên êvarî derketina kolanan hat qedexekirin biryar, bi girseyî tê protestokirin. -
Zeynep Erdem li Mexmûrê hat bîranîn
Gerîlaya ARGK’ê Zeynep Erdem (Jiyan) a 13’ê Îlona sala 1995’an li Kampa Penaberan a Etrûş a girêdayî Başûrê Kurdistanê di êrîşeke PDK’ê de jiyana xwe ji dest da, li Kampa Penaberan a Şehîd Rustem (Mexmûr) bi merasîmekê hat bîranîn. -
Gelê Amedê ji bo Sûr û Farqînê li ser piyane
Gelê Amedê bi çalakiya dengderxistinê deng didin gelê Sûrê û Cizîrê. Piştî saet 20.00'an Amedî li hemû tax û navçeyan derketin eywan û caman û dest bi çalakiya dengderxistinê kirin. -
Li Baglarê polîsan zarokek birîndar kirin
Li navçeya Baglar a Amedê, polîsan bi bombeyên gazê êrîş birin ser girseya ku êrîşên li hember navçeya Sûrê protesto dikirin. -
Êrîşên li Sûrê li Ofîsê tên şermezarkirin
Piştî li Sûrê rewşa Awarte hat îlankirin, berxwedana gel û esnafan jî zêde bû. Welatî û esnafên li Ofîsê ku ji bo Sûrê çalakî pêk anîn û rastî êrîşa polîsan hatin, berxwedana xwe berdewam dikin. -
Parlamentera HDP’ê Demîrel di êrîşa polîsan de birîndar bû
Girseya ku xwest ablûkaya polîsan a li ser navçeya Sûrê tê meşandin şermezar bike rastî êrîşa polîsan hat. Di êrîşa polîsan de Wekila HDP'ê ya Amedê Çaglar Demirel, ji piyê xwe birîndar bû. -
Walîtiya Şirnexê careke din li Cizîrê derketina kolanan qedexe kir
Walîtiya Şirnexê ya 9 rojan derketina kolanan li welatiyan qedexe kir, îro careke din ku saet 19.00’an wê destpê bike, derketina kolanan qedexe kir. -
Tahsîn Uray spartin axê
Tahsîn Uray ê 9 salî ku li Qoserê di teqînê de de giran birîndar bibû û îro di saetên sibê de jiyana xwe ji dest dabû spartin axê. -
Cizîrê şehîdên xwe oxir kir
100 hezaran cenazeyên 16 welatiyên ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin, bi dirûşm û stranan defin kirin. -
Li Farqînê êrîşên polîsan dijwar bûn
Li navçeya Farqînê ya Amedê êrîşên polîsan dijwar bûn. Hat gotin ku li taxên di bin êrîşî de kesên jiyana xwe ji dest dan û birîndar hene. -
Heyeta ji 80 kesan a Ewropa û Amerîkaya Başûr hate Pirsûsê
Heyeta ku ji 80 kesan pêk tê ya di nav de nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî yên Ewropa û Amerîkaya Başûr hene hatin Pirsûsê. -
Însiyatîfa Gel: Em li derdora berxwedana Sûr û Farqînê bibin xelek
Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê: AKP îro careke din li Amed-Sûr û Farqînê êrîşên xwe pêş xistiye. Em bang li tevayî gelê Kurdistan ê welatparêz û raya giştî dikin ku li derdora berxwedana Amed-Sûr, Farqînê bibin xelek. -
Jinên Êzidî yên ji aliyê YPG’ê ve hatin rizgarkirin gihiştin malbatên xwe
8 jin û 10 zarokên Êzidî yên çeteyên DAIŞ’ê ew êsîr girtibûn û ji aliyê YPG’ê ve hatin rizgarkirin îro derbasî Bakurê Kurdistanê bûn û gihiştin malbatên xwe. -
Di çalakiyên gerîlayan de 12 leşker mirin
Li dijî êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî gelê Kurd, çalakiyên bi bandor ên gerîlayên HPG/YJA Starê dewam dikin. Di çalakiyên gerîla de 12 leşker hatin kuştin. -
Li Edeneyê polîsan êrîşî gel kirin
Li Edeneyê welatiyên komkujiyên li Kurdistanê û Cizîrê pêk tên şermezar dikin rastî êrîşa polîsan hatin û hate ragihandin ku di encama êrîşa polîsan de welatiyek jî piyê xwe birîndar bûye. -
Yuksekdag: Pêwîst e rêxistinên Kurd li hember êrîşên AKP’ê helwest bigirin
HDP, DBP, HDK û KCD bi heyeta YNK’ê re rûniştin. -
HPG: Divê zemîn ji provokasyonên polîsên AKP'ê re neyê pêşkêşkirin
HPG'ê da xuyakirin, ku divê zemîn ji provokasyonên polîsên AKP'ê re neyê pêşkêşkirin. -
Cizîra Botan şehîdên xwe bi rê dike
Li Cizîrê, 16 kesên ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin ber bi rêwîtiya dawî ve tên oxirkirin. Di merasîma cenaze de, dayika pitikê 35 rojî, lenet li Erdogan û AKP'ê anî. -
Li Farqînê êrîşa polîsan û berxwedana gel didome
Li navçeya Farqînê piştî ku li hin taxan derketina kolanan hate qedexekirin polîsan êrîşî gel kirin. Li navçeyê polîs û leşker û li avahiyên bilind jî sekvan hatin bicihkirin. -
Demîrtaş: Hêza me heye em li dijî AKP'ê li ber xwe bidin; em bêçare nînin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş, li Meydana Deriyê Çiyê ya Sûrê, ku derketina derve hatiye qedexekirin û terora polîsan lê heye, ji gel re axivî. -
Kurdistanî ji bo şermezarkirina êrîşa faşîstan li Hannoverê dicivin
Êrîşa faşîstan a duh, ku bû sedema birîndarbûyîna ciwanekî Kurd û hewldanê êrîşê yên li hemberî Kurdan, wê îro li Hannoverê bi meş û mîtîngekê werin şermezarkirin. Girseya gel bi vê armancê diherike meydana Steintor Platz. -
Kurdistanî bendan radikin û ber bi Sûrê ve dimeşin
Ji bo destekdayîna gelê Sûrê yê li dijî êrîşa polîsên Tirk li ber xwe dide, bi hezaran Kurdistanî weke mertalên zindî berê xwe da taxên lê pevçûn diqewimin. Girseya gel benda polîsan hilweşand û ber bi taxên Hasirli û Fatîh ve dimeşe. -
Heyeta HDP, DBP, KCD û HDK'ê bi YNK'ê re hevdîtinê dike
Heyeta ji nûnerên HDP, DBP, KCD û HDK'ê li Başûrê Kurdistanê bi partiyên siyasî re danûstandinan dike. Heyet di destpêkê de bi YNK'ê re hevdîtinê dike. -
Ûray ê li Qoserê birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Zarokê bi navê Tahsîn Ûray ê li Qoserê ji ber teqîna cîsmekî birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.