Jinên Êzidî yên ji aliyê YPG’ê ve hatin rizgarkirin gihiştin malbatên xwe

8 jin û 10 zarokên Êzidî yên çeteyên DAIŞ’ê ew êsîr girtibûn û ji aliyê YPG’ê ve hatin rizgarkirin îro derbasî Bakurê Kurdistanê bûn û gihiştin malbatên xwe.

Piştî YPG’ê li Reqa jinên Êzîdî yên Şengalî ku ev saleke di destê DAIŞ’ê de êsîr bûn, rizgar  kirin, li ser Efrînê re derbasî Bakurê Kurdistanê hatibûn kirin. Jinên Êzidî bi refaqeta parlamenterên HDP’ê Feleknas Ûca û Alî Atalan re di Deriyê Sînor ê Xabûrê re derbasî Başûrê Kurdistanê bûn û gihiştin malbatên xwe.

Di nav wan de du pitikên ku di zîndanên DAIŞ’ê de hatibûn dinê jî hene. 

...