Parlamentera HDP’ê Demîrel di êrîşa polîsan de birîndar bû

Girseya ku xwest ablûkaya polîsan a li ser navçeya Sûrê tê meşandin şermezar bike rastî êrîşa polîsan hat. Di êrîşa polîsan de Wekila HDP'ê ya Amedê Çaglar Demirel, ji piyê xwe birîndar bû.

Girseya ku xwest ablûkaya polîsan a li ser navçeya Sûrê tê meşandin şermezar bike rastî êrîşa polîsan hat. Di êrîşa polîsan de Wekila HDP'ê ya Amedê Çaglar Demirel, ji piyê xwe birîndar bû.

Piştî Walîtiya Amedê der barê Navçeya Sûrê de biryara qedexeya derketina kolanan îlan da, gel bi meş û çalakiyan bertekên xwe anîn ziman. Girseya ku li Taxa Hasirli û Fatîhpaşayê ablukaya polîsan a li ser navçeya Sûrê şermezar kir rastî êrîşa polîsan hat. Li aliyê din bi hezaran kesên ku piştî daxuyaniya Qada Şêx Seîd ve meşiya Balikçilarbaşi û xwestin têkevin nava kolanên Sûrê rastî êrîşên polîsan hatin. Di êrîşa polîsan de Wekîla HDP'ê ya Amedê Çaglar Demîrel bi guleya polîsan birîndar bû. Demîrel ku ji piyê xwe birîndar bû û ji ber bombeyên gazê bêhna wê çikiya rakirin Nexweşxaneyê. Hat zanîn ku Demîrel tehlûke derbas kiriye û rewşa wê baş e.