Kurdistanî bendan radikin û ber bi Sûrê ve dimeşin

Ji bo destekdayîna gelê Sûrê yê li dijî êrîşa polîsên Tirk li ber xwe dide, bi hezaran Kurdistanî weke mertalên zindî berê xwe da taxên lê pevçûn diqewimin. Girseya gel benda polîsan hilweşand û ber bi taxên Hasirli û Fatîh ve dimeşe.

Bi hezaran Kurdistaniyên li ser banga HDP û DBP'ê li Meydana Deriyê Çiyê civiyan, ji bo biçin taxên pevçûn lê diqewimin, li pêşiya Balikçilarbaşi benda polîsan hilweşandin. Polîsên Tirk jî hewl didin pêşî li gel bigirin ku nekevin nava navçeyê. Bi hezaran Kurdistanî bi qîrîna dirûşmeyên "PKK gel e gel li vir e", "Bijî Berxwedana Sûrê" û "Kujer Erdogan" tevî astengiyên polîsan jî hewl didin derbasî navçeyê bibin.

Polîsên Tirk bi bombeyên gazê û fîşekên plastîk êrîşî gel dikin. Bi hezaran Kurdistaniyên benda polîsan rakirin, ber bi taxên Hasirli û Fatîh ve dimeşin.