Heyeta ji 80 kesan a Ewropa û Amerîkaya Başûr hate Pirsûsê

Heyeta ku ji 80 kesan pêk tê ya di nav de nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî yên Ewropa û Amerîkaya Başûr hene hatin Pirsûsê.

Heyeta ku ji 80 kesan pêk tê ya di nav de nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî yên Ewropa û Amerîkaya Başûr hene hatin Pirsûsê.

Heyeta ku ji 80 kesan pêk tê ya di nav de partiyên wekî Partîdo de Sînîstra Lîported, nûnerên şaredariyên Roma, Lîvorno û Cenova, nûnerên Heyva Sor a Ewropayê, rêxistinên sivîl ên civakî yên li Ewropa û Amerîkaya Başûr hene ji bo ji nû ve avakirina Kobanê piştgiriyê bidin hatin navçeya Pirsûsê ya Rihayê. Heyet ji aliyê Şaredariya Pirsûsê ve li Navenda Çandê ya Amarayê hate pêşwazîkirin. Heyetê li vir daxuyaniyeke kurt da. Li ser navê heyetê berpirsyarê Heyva Sor a Îtalyayê Alexandor Orfano axivî û diyar kir ku ew ji bo ji nû ve avakirina Kobanê hatine û dixwazin li Kobanê dibistan û navendeke çand û hunerê bê avakirin.

'DIVÊ HER KES JI BO AVAKIRINA KOBANÊ SEFERBER BIBIN'

Orfano da zanîn ku wê heta 4 rojan li Pirsûsê bimînin û ji bo Kobanê û Cizîrê wê 2 heyetên cuda pêk bînin û wê li van deran lêkolînan bikin. Orfano bi lêv kir ku di encama van lêkolînan de wê raporekê amade bikin û wê bi xwe re bibin Ewropa û Amerîkayê. Ofrano wiha got: "Em ê raporên xwe bibin û di meclîsên Ewropa û Amerîkayê bînin rojeva meclîsan. Ji bo avakirina Kobanê jî wê li Ewropayê çi ji destên me bê em ê bikin. Ev 80 kesên me yên li vir ji bo gelê Kurd li vir in. Kî çi ji destên wan bê bila ji bo gelê Kobanê bikin."

Heyet piştre bi rêveberên Şaredariya Pirsûsê, endamên KJA, rêveberên HDP'ê û DBP'ê konbajarên welatiyên Kobanê lê dîminin ên bi navê Arîn Mîrkan, Şehîd Gelhad û Kulunçe ziyaret kirin.