Zeynep Erdem li Mexmûrê hat bîranîn

Gerîlaya ARGK’ê Zeynep Erdem (Jiyan) a 13’ê Îlona sala 1995’an li Kampa Penaberan a Etrûş a girêdayî Başûrê Kurdistanê di êrîşeke PDK’ê de jiyana xwe ji dest da, li Kampa Penaberan a Şehîd Rustem (Mexmûr) bi merasîmekê hat bîranîn.

Gerîlaya ARGK’ê Zeynep Erdem (Jiyan) a 13’ê Îlona sala 1995’an li Kampa Penaberan a Etrûş a girêdayî Başûrê Kurdistanê di êrîşeke PDK’ê de jiyana xwe ji dest da, li Kampa Penaberan a Şehîd Rustem (Mexmûr) bi merasîmekê hat bîranîn.

Gerîlaya ARGK’ê Zeynep Erdem (Jiyan) a di êrîşa 13’ê Îlona 1995’an di êrîşa PDK’ê ya li hember Kampa Etrûşê de jiyana xwe ji dest da, li Kampa Şehîd Rustem (Mexmûr) hat bîranîn. Di merasîma li akademiya li ser navê Erdem pêk hat, li gel gerîlayên YJA Star endamên Koordînasyona PAJK’ê û Fermandara Eyaleta Mexmûr-Kerkukê Çîgdem Dogû û bi dehan jinên Mexmûrî beşdar bûn.

Endama Koordînasyona PAJK’ê Zilar Stêrk a di merasîmê de axaftinek kir got: “Em Zeynep Erdem û rojnamevan Denîz Firat û her wiha gerîlaya YJA Star Avesta Harûn Firat û gerîlayên HPG’ê Diyar Şerewî û Siyabend Zap ên 13’ê Îlona 2014'an di berxwedana li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan, bi rêz û hurmet bibîr tînin.

Îro 20. Salvegera şehadeta heval Jiyan e. Bi vê wesîleyê em şehîdên şoreşê bibîr tînin û soza dewamkirina têkoşîna wan didin.”

Heval Jiyan ji Sêwasê bû. Sala 1988’an ji Enqereyê tevlî nav refên azadiyê bibû. Li welêt û derveyî welêt bi fedakariyeke mezin di nav xebatan de cih girt.

Ew şoreşgereke mezin bû û di tevgera azadiyê de pêşengî ji jinê re dikir. Heval Jiyan xwe bi her awayî pêş xistibû. Bi hurmeteke mezin a li hember nirxên Rêbertî û gel xwe tevlî şoreşê dikir.”

Stêrk diyar kir ku gelê Mexmûrê Erdem ji nêz ve nas dike û wiha dewam kir: “1995’an PDK’ê êrîşî Kampa Etrûşê kir. Di vê êrîşê de PDK’ê ku êrîşî gel dikir hevala Zeynep Erdem şehîd xist. Ji ber vê her sal li Kampa Mexmûrê pêşengî û berxwedana hevala Zeynep wek sembol tê bîranîn. Gelê Mexmûrê gelekî berxwedêr e. Ji ber vê jî heta dawiyê xwedî li nirx û şehîdên xwe derketine.

Her wiha Hevala Zeynep li Sêwas û Enqereyê mezin bibû û xwendekar bû. Bi çanda xwe ve girêdayî bû. Ji ber vê ne li bajaran ne jî li metropolan ma, tevlî berxwedana çiyayên Kurdistanê bû.”

‘LI HEMBER MÊTINGERIYÊ BERXWEDAN’

Sterk bi bîr xist ku heta niha hêzên dijminên Kurd û Kurdistanê nirxên gelê Kurd mêtinger kirine û xwestine asîmîle bikin, lê li hemberî vê jî gelê Kurd bi taybet jî jinên Kurd her tim bi berxwedanên mezin bersiv dane.

Stêrk wiha got: “Dîsa em hevala Zeynep di 20. salvegera şehadeta wê bi bîr tînin û di serî de li keleha Botanê ya berxwedanê, Cizîrê li giştî Kurdistanê em dibin şahidê berxwedanên mezin ên gelê me.” Sterk der barê berxwedana Cizîrê ya AKP’ê 9 rojan qedexeya kolanan li ser ferz kir û 22 sivîl qetil kir wiha axivî: “Ev berxwedana ku gelê Cizîrê li hember faşîzma bi rojan nîşan daye, em bi rêzdarî silav dikin. Dîsa ew berxwedana dayika ku ji bo cenazeyê keça wê ya 13 salî xera nebe di sarincê de veşartibû silav dikin.”

...