Êrîşên li Sûrê li Ofîsê tên şermezarkirin

Piştî li Sûrê rewşa Awarte hat îlankirin, berxwedana gel û esnafan jî zêde bû. Welatî û esnafên li Ofîsê ku ji bo Sûrê çalakî pêk anîn û rastî êrîşa polîsan hatin, berxwedana xwe berdewam dikin.

Piştî li Sûrê rewşa Awarte hat îlankirin, berxwedana gel û esnafan jî zêde bû. Welatî û esnafên li Ofîsê ku ji bo Sûrê çalakî pêk anîn û rastî êrîşa polîsan hatin, berxwedana xwe berdewam dikin. Polîs bi guleyên rastî êrîş dikin û welatî jî bi barîkatan xwe diparêzin.

Li Amedê piştî Walîtiya Amedê der barê Sûrê de OHAL îlan kir, bertek û çalakiyên welatiyan jî zêde bûn. Welatiyên ku li Semta Ofîsê ji bo piştgiriya gelê Sûrê çalakî pêk anîn, rastî êrîşa polîsan hatin. Li Kolana Ekînciler a Ofîsê esnaf û welatiyan çalakî pêk anîn û piştgirî da gelê Sûrê. Polîsan jî bi bombeyên gazê û guleyên rastî êrîşî welatiyan kirin. Çalakiya ku di saetên nîvro de destpê kir berdewam dike. Polîs bi bombeyên gazê, ava şid û guleyên rastî êrîşî welatiyan dikin, welatî jî bi barîkatan li dijî êrîşên polîsan parastina xwe dikin. Polîs car caran guleyan diavêjin malan. Berxwedana esnafên Ofîsê ya li hemberî polîsan didome.

Di bûyeran de polîsan li Parka Koşuyolu zarokekî 16 salî binçav kirin.