Cizîra Botan şehîdên xwe bi rê dike
Li Cizîrê, 16 kesên ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin ber bi rêwîtiya dawî ve tên oxirkirin. Di merasîma cenaze de, dayika pitikê 35 rojî, lenet li Erdogan û AKP'ê anî.
Li Cizîrê, 16 kesên ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin ber bi rêwîtiya dawî ve tên oxirkirin. Di merasîma cenaze de, dayika pitikê 35 rojî, lenet li Erdogan û AKP'ê anî.
Gelê Cizîrê, xizmên xwe yên ji aliyê dewletê ve hatin qetikirin, bi merasîmeke girseyî ber bi rêwîtiya dawî ve bi rê dike.
Gelê Cizîrê, cenazeyên xwe tevî heyetên ji wekîlên HDP'yî û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl li pêşiya navçeyê pêşwazî kir. Girseya gel cenaze anî Qada Newrozê ya li Taxa Sûrê.
DIKAN HATIN GIRTIN, AV-VEXWARIN BÊPERE HATIN BELAVKIRIN
Di meşa ber bi qada merasîmê de, hêrseke mezin hat nîşandan. Li kolanên Yafes û Nisêbînê dikan îro nehatin vekirin û esnafan kevnekî reş bi kargehên xwe daliqandin. Xwediyên hin marketan, deriyê sarincên xwe yên vexwarinê vekirî hiştin û av-xwarin ji bo welatiyên beşdarî merasîmê bûne, bêpere belav kirin.
Girseya gel li dû konvoya ji 16 darbestan meşiya û gihaşt Qada Newrozê ya li Taxa Sûrê. Cenaze li vê derê jî ji aliyê bi deh hezaran mirovan ve hatin pêşwazîkirin. Hejmara girseya gel di demeke kurt de 100 hezar derbas kir.
Bi hatina konvoya wesayîtên cenazeyan re, darbestên bi flamayên kesk, sor û zer hatibûn xemilandin û wêneyên welatiyên hatin qetilkirin bi ser ve hatin kirin, yek bi yek ji wesayîtên cenaze hatin daxistin.
Malbatan darbestên xwe hilgirtin ser milan û bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" ji wesayîtan daxistin, danîn ser platforma hat amadekirin û li ser maseyên bi ala PKK'ê xistin rêzê.
DAYIKA PITIKA 35 ROJÎ LENET LI AKP Û ERDOGAN ANÎ
Dema darbesta taybet a ji 70 santîmetreyî ya Mûhammed Tahîr Yaramiş ê 35 rojî, ku ji ber polîsan nehişt rakin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da ji wesayîtê hat daxistin, rondik bariyan. Dayik Yaramiş lenet li AKP'ê û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan anî.
Merasîma cenaze ji aliyê çapemeniya herêmî û biyanî ve hat şopandin. Di dema rêzgirtina ji bo bîranîna 21 kesên hatin qetilkirin, 21 caran gule hat teqandin.