Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê diyar kir ku îro li Kurdistanê gelek navend bûne kelehên berxwedanê û got: “Hikûmeta faşîst a AKP’ê ya nikaribû berxwedana Cizîrê bişkîne, îro careke din li Amed-Sûr û Farqînê êrîşên xwe pêş xistine. Em bang li tevayî gelê Kurdistan ê welatparêz û raya giştî dikin ku li derdora berxwedana Amed-Sûr, Farqînê bibin xelek.
Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê bal kişand ku weke tevayî raya giştî dizane hikûmeta AKP’ê tevî hemû israr û hewldana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê heta îro gavek jî neavêtiye. Însiyatîfê diyar kir ku ji ber vê gelên Kurdistanê bi îradeya xwe li cihî xwerêveberî îlan kirine û çareseriya wê danîne holê. Însiyatîfa Gel anî ziman ku hikûmeta AKP’ê ya tehemûlî vê nekir û hewl dide îradeya gel bişkîne êrîşên xwe yên faşîst bi awayekî zêde didomîne. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Di nav şert û mercên herî zehmet de gelê Cizîrê yê li hember van êrîşan bi lehengî li ber xwe da û xwedî li xwerêveberiya xwe derket bi sekneke li gor dîroka xwe ya bi heybet encam girtiye. Di serî de gelê Cizîrê em vê sekna bi rûmet a tevayî gelê me yê Botanê silav dikin. Em sersaxiyê ji malbatên me yên şehîdan ên di vê berxwedana dîrokî de bi sekn û berxwedana sebreke mezin nîşan dan û berdêl dan dixwazin.
‘GELEK NAVENDÊN KURDISTANÊ BÛNE KELEHÊN BERXWEDANÊ ‘
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Gelek navendên me bûne kelehên berxwedanê û her diçe zêdetir dibin” û wiha berdewam dike: “AKP’a faşîst berxwedana Cizîrê nikarîbû bişkîne, îro careke din êrîşên xwe li hember Amed-Sûr û Farqînê diceribîne. Em bang li gelê Kurdistanê yê welatparêz û tevahî raya giştî dikin ku xwe li derdora berxwedana Amed-Sûr û Farqînê bibin xelek.”
DIVÊ LI HEMBER LÎSTIK Û PROVOKASYONÊN QIRÊJ ÊN AKP’Ê BALDARÎ HEBE
Însiyatîfa Gelê Demokratîk a Kurdistanê bal kişand ser van xalan:
“Hêzên polîsên kontra yên AKP’ê li hember berxwedana gelê me ji bo atmosferek provokasyonê çêbibe HUDA-PAR û derdorên cerdevan dikşînin nav pevçûnê. Tevî van zextan jî ev derdor tevlî pevçûnan nebûne. Her wiha hêzên polîsên faşîst ên AKP’ê ji bo van kesan bikin alîgir, malê wan jî gulebaran kirine. Lê li Amedê di encama hin kêmasiyan de hin rewşên nayên xwestin hatin jiyîn. Ji ber van kêmahiyan hinek kes birîndar bûn. Lê divê kes dest bi rêbazên aloziyê zêde dikin nekin, aloziyê kêm bikin. Pir vekiriye divê her du alî jî li hember provokasyonên AKP’ê bi baldar bin. Di destpêkê de bi rola xwe ya parastina gelê me yê sivîl, ciwanên welatparêz û giştî hêzên berxwedêr bê ku bikevin lîstikên dewletê yên qirêj, pêwîst e parastina gel zêdetir bikin.
‘EM XWEDÎ LI BERXWEDANA GELÊ XWE DERKEVIN ‘
Em bang li raya giştî dikin ku li gel xwerêveberiya gelê me yê Bakurê Kurdistanê bin, bi çalakiyên wan em dixwazin di vê meşa azadiyê ya gelê me de xwedî li berxwedanê derkevin. Rûmeta mirovahiya ya ku li Cizîrê bilind bû, îro li Amed-Sûr, Farqînê baş tê zanîn. Em di destpêkê de bang li gelan, ên tên pelçiqandin, sosyalîst, akademîsyen, ekolojîst, tevgerên aştiyê, tevgerên jinan bi kurtasî hêzên demokratîk giştî yên herêmê û cîhanê dikin ku wek çawa her kes li derdora Kobanê kom bû, xwe li derdora paytexta welatê Medan jî bikin yek.”