KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Divê Başûr li pêşberî şoreşa gel a li Bakur bêdeng nemîne'
Hevserokê Tevgera Azadî ya li Başûrê Kurdistanê Mehmet Abdullah rewşa li Bakurê Kurdistanê weke şoreşa gel pênase kir û bêdengiya hêzên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê rexne kir. -
Wekîlên HDP'yî: Em ê guh nedin bend û astengiyan
Parlamenterên HDP'ê yên ji bo pêşîgirtina li komkujiyên li Cizîrê bi biryar in biçin bajêr, destnîşan kirin ku berdêla wê çi dibe bila bibe ew ê biçin Cizîrê û pêşî li komkujiyên li wir bigirin. -
Polîs li Farqînê ji wesayîtên zirxî bombeyên gazê diavêjin kolanan
Li navçeya Farqîn a Amedê ku sewqiyata leşkerî hat kirin, operatorên GSM’yan hatine qutkirin û şûnde li ser Cadeya Amedê polîsên Tirk ji wesayîtên zirxî bombeyên gazê diavêjin. -
Li Geverê qedexeya derketina derve
Walîtiya Colemêrgê, diyar kir ku li navçeya Geverê qedexeya derketina derve hatiye îlankirin. -
Bi hezaran kesan li Cizîrê dorpêç û êrîşa polîsan protesto kirin
Bi hezaran welatiyên Cizîrê ku hefteyeke di bin rewşa OHAL'ê û êrîşên çekdarî de dijî, li Kolana Nisêbînê kom bûn û dorpêç û êrîşa polîsan a çekdarî şermezar kir. -
Bi hezaran welatiyên li Cizîrê rastî êrîşê hatin berê xwe dan çiyê
Bi hezaran welatiyên ji bo piştgiriyê bide gelê Cizîrê û êrîşên li ser gelê Cizîrê tê meşandin şermezar bike, ji Hezexê meşiyan Cizîrê, rastî êrîşa hêzên dewletê hatin. -
Dewleta Tirk Cizîrê bombe dike
Li Cizîrê 7 roj in rewşa OHAL û êrîşên hêzên dewletê yên li ser gel berdewam dike. Hat diyarkirin ku niha jî hêzên dewletê bi topan êrîşî girsê dikin û li ser girsê guleyan direşînin. -
Li Farqînê sewqiyata leşkerî
Li navçeya Farqînê ya Amedê li hin taxan berxwedana xweparastinê berdewam dike û ji navçeyê re di seatên êvarê de gelek leşker û wesayîtên zirxî hatin sewqkirin. -
Gel ji bo Cizîrê diherikin kolanan
Ji bo Cizîrê, gel li Amed, Wan, Elkê, Bismil, Nisêbînê derket kolanan û dest bi çalakiyan kir. Polîsan jî bi tomayan êrîşî welatiyan kir. -
TJK-E: Pêwîste jin li hemberî polîtîkayen qirker di nav çalakiyan de bin
TJK-E Bang li jinên Kurd kir ku ji bo komkujî û polîtîkayên qirkirinê yên gelê Kurd bi wan re rû bi rû dimine bên sekinandin bilez çalakiyan li dar bixin. -
Polîsên Tirk li Cizîrê zarokek din jî birîndar kirin
Li Cizîrê hefteyeke rewşa OHAL'ê didome. Welatiyên ku li dijî OHAL'ê derdikevin û derdikevin kolanan rastî êrîşa polîsan tên. Herî dawî polisan zarokekî din bi guleyan birîndar kir. -
Ji 8 kesên li Cizîrê hatin qetilkirin nasnameya 4 kesan diyar bû
Li Cizîrê di 24 saetên dawî de ji 8 kesên hatin qetilkirin nasnameya 4 kesan diyar bû. Derket holê ku dema Zeynep Taşkin xwest zaroka xwe biparêze hat qetilkirin. -
Der barê Hevşaredara Cizîrê Îmret de lêkolîn
Der heqê Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret de ji ber daxuyaniya daye sîteyekê lêpirsîn hat vekirin. -
Burkan El-Firat: Li hemberî DAIŞ’ê em ê serketinên mezintir bi dest bixin
Odeya Çalakiyan a Burkan El-Firat ragihand ku ew li ser soza xwe ya berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê ne û wê serketinên mezintir bi dest bixin. -
Gerîlayê HPG’ê Îpek li Qereçobanê hat definkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ridvan Îpek (Rêzan Erzurum) yê li Dêrsimê jiyana xwe ji dest da, li cem leşkerê bi navê Recep Beycur ê hevalê hev in û li Şîrvanê di teqînê de jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin. -
Gerîlayan li Dêrsim, Amed û Mêrdînê çalakî li dar xistin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çalakiya çarçoveya Pêngava Şehîd Rojhat Batman de li Dêrsimê li hember Qereqola Gazîk û lojmanên wê yên hêzên taybet têde ne çalakiyeke hemwext pêk hatiye. -
HPG’ê nasnameya 7 gerîlayên 2’yê Îlonê jiyana xwe ji dest dan aşkera kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 7 gerîlayên HPG û YJA Starê yên 2’yê Îlonê di encama keşfên zêde û bombedûmanan de jiyana xwe ji dest dan aşkera kir. -
Li Bismilê du kes hatin binçavkirin
Polîsan li Bismilê bi ser gelek malan de girtin û 2 kes binçav kirin. -
Demîrtaş: Serokkomar û Serokwezîr qatilên zarokan e!
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku Cizîr êdî Kobanêya Tirkiyeyê ye. -
Yuksek: Ji bo şikandina dorpêçê û astengkirina komkujiyan wext hatiye
Hevserokê Giştî yê DBP`ê Yuksek, bi armanca rawestandina dorpêça li Cizirê û komkujiyên li Kurdistanê di serî de Amed, bang li tevayî bajaran kir ku ji bo bi awayekî demokratîk bertekên xwe nîşan bidin saet 17.00’an bikevin nav tevgerê. -
Girseya gihişt Cizîrê rastî êrîşa polîsan hat
Bi hezaran welatiyên şevê din ji Sîlopiya û Şirnexê derketin rê, li gel hemû astengiyan bend şikandin ketin Cizîrê. -
FKÊ, CÎK, FEDA: Em xwedî li berxwedana Cizîrê derkevin
Saziyên Êzidî, Elewî û Îslamî FKÊ, FEDA û CÎK nerazîbûneke tund nîşanî komkujiya AKP li Cizîrê dike dan û bang li gelan kirin, ku dakevin kolanan. -
HDP: Çapemeniya AKP’ê rêxistinkirina êrîşan didomîne
Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Olûç, li hember weşanên nîjadperest ên çapemeniya AKP’ê nerazîbûn nîşan da. Olûç diyar kir ku di wan weşanan de Demîrtaş hedef hatiye girtin û wê gel neyên provokasyonan. -
Balafirên şer li gundên Qendîl û Avaşînê xistin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku balafirên şer ên Tirk duh li gundê Bolê yê Qendîlê û gundê Slort ê li qada Mamreşo yê Avaşînê xistin. -
Hewldana êrîşa çeteyan a li dijî Kantona Kobanê hat şikandin
Çeteyên DAIŞ'ê duh bi şev hewl dan li rojavayê bajarê Girê Spî yê ser bi Kantona Kobanê êrîş bikin. Di encama destwerdana ji nişka ve ya hêzên YPG/YPJ'ê de çete ketin nava panîkê û reviyan.