Bi hezaran welatiyên li Cizîrê rastî êrîşê hatin berê xwe dan çiyê

Bi hezaran welatiyên ji bo piştgiriyê bide gelê Cizîrê û êrîşên li ser gelê Cizîrê tê meşandin şermezar bike, ji Hezexê meşiyan Cizîrê, rastî êrîşa hêzên dewletê hatin.

Bi hezaran welatiyên ji bo piştgiriyê bide gelê Cizîrê û êrîşên li ser gelê Cizîrê tê meşandin şermezar bike, ji Hezexê meşiyan Cizîrê, rastî êrîşa hêzên dewletê hatin. Bi hezaran welatiyên ku bersiv dan polîs û leşkeran, piştî şerê demekê berê xwe dan çiyê. Bi hezaran bi biryarin xwe bigihînin Cizîrê.

Bi hezaran welatiyên Hezexê bi boneya êrîşa hêzên dewletê ya li ser gelê Cizîrê tê meşandin şermezar bike û piştgiriyê bide gelê Cizîrê meşa xwe ya ber bi Cizîrê ve berdewam dike. Bi hezaran Hezexî li gel hemû êrîşên hêzên dewletê meşa xwe ya ber bi Cizîrê ve didomîne. Di meşê de polîs û leşkeran bi panzêr û çekan êrîşî girsê kir. Piştî êrîşê girsê jî bersiv da polîs û leşkeran û berê xwe da çiyê. Bi hezaran welatiyên gihiştin Gundê Yaqubê rastî astengiyên hêzên dewletê hatin. Leşker û polîsan bi guleyan bombeyên gazê û çekên giran êrîşî girsê kir û pevçûn derket. Gel ji bo xwe ji guleyan biparêze berê xwe da çiyayan. li qada gundê Yaqûbê jî ji ber bombeyên gazê û roketan li qada daristanê şewat derket.

Ciwanên li gundê Yaqûbê berê xwe da çiyê wê şeva xwe li çiyê derbas bikin. Gelê rastî astengiyan hat û meşa xwe berdewam kir, bi biryar in ku xwe bigihînin Cizîrê.

Wezîrê Karên Hundir Selami Altınok jî di saetên nîvro de daxuyanî da û got: "Em ê di demek nêzîk de xebatên xwe temam bikin.” Piştî vê daxuyaniyê êrîşên li ser gelê Cizîrê yê bi top û çekên giran zêde bûn. Êrîşên hêzên dewletê li navenda Cizîrê zêde bûye û ev yek fikaran zêde dike. Ji ber topbarana hêzên dewletê di malekê de şewat derket. Ne diyar e ku di malan de kuştî û birîndar hene yan na.