Balafirên şer li gundên Qendîl û Avaşînê xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku balafirên şer ên Tirk duh li gundê Bolê yê Qendîlê û gundê Slort ê li qada Mamreşo yê Avaşînê xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku balafirên şer ên Tirk duh li gundê Bolê yê Qendîlê û gundê Slort ê li qada Mamreşo yê Avaşînê xistin. Her wiha ji qereqolên li ser sînor, bi obus, hawan û tankan qadên gerîla hatin bombekirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî li ser êrîşên artêşa Tirk da: "Roja 9'ê Îlonê saet di navbera 06:00-16:00 de li ser herêma Qendîlê, saet di navbera 14:00-20:30 de li herêma Zap û ser sînor, saet di navbera 13:00-14:00 û di 10'ê Îlonê (îro) saet di navbera 03:00-05:00 li herêma Garê, 10'ê Îlonê saet di navbera 08:00-12:00 de li herêma Heftanînê bi pêgerên hewayî yên bêmirov re keşif hat kirin.

Roja 9'ê Îlonê saet di navbera 16:30-17:30 de li ser herêmên Qendîl, Xakurkê û Xinêrê balafirên şer geriyan.

Di 9'ê Îlonê saet di 16:30 de balafirên şer ên artêşa TC, qada gundê Bolê ya herêma Qendîlê bombebaran kirin. Ji ber bomberdûmanê malên li gund xisar dîtin.

Roja 8'ê Îlonê saet di 06:00 de, gundê Slort ê qada Mamreşo ya Avaşînê ji aliyê balafirên şer ên artêşa TC ve hat bombekirin.

Di 9'ê Îlonê saet di navbera 18:00-19:00 de qereqola Tepê Remo ya li navçeya Colemêrg Geverê, obus û hawan avêt qada Geliyê Dostkî.

9'ê Îlonê saet di navbera 20:30-21:30 û 10'ê Îlonê saet di navbera 08:00-08:30 de Girê Sîvrî yê ser bi qereqola Bezelê; qada Girê Sor û qereqola Oremarê jî di 9'ê Îlonê saet di navbera 07:30-08:00 de qada Şehîd Gafûr bi obus, hawan û tankan bomberdûman kirin.

Di 9'ê Îlonê saet di navbera 17:00-17:30 de qereqolên Serê Sevê û Êrîş ên li herêma Zapê qadên Latê Kewa û Nerwa, saet di navbera 17:30-18:00 de qereqola Bilicanê qada Kepê Mirîşka bi obus, hawan û tankan bombe kirin.

Roja 9'ê Îlonê saet di navbera 10:00-11:00 de bi desteka balafirên keşfê ji qereqolên Bespîn û Gurya yên navçeya Sirnex Silopiyayê, bi obus û hawanan gundê Remo yê Şirnexê hat bombekirin."