Dewleta Tirk Cizîrê bombe dike
Li Cizîrê 7 roj in rewşa OHAL û êrîşên hêzên dewletê yên li ser gel berdewam dike. Hat diyarkirin ku niha jî hêzên dewletê bi topan êrîşî girsê dikin û li ser girsê guleyan direşînin.

Êrîşên li ser gelê Cizîrê ku 7 rojin di bin dorpêça hêzên dewletê û OHAL'ê de ye bi hemû hêza xwe berdewam dike. Li aliyê din gelê ku di kolan û kuçeyên xwe de hatine dorpêçkirin berxwedana xwe ya li hemberî ambargo û êrîşan didomîne. Gel derket kolanan û bertekên xwe anîn ziman. Li aliyê din hêzên dewletê li Taxên Cûdî û Nûr top avêtin nava taxan û bi çekên giran gule li ser gelê derketin kolanan reşandin. Leşkerên ku li Girê Kolana Ozkan bi cih bûne bi topan êrîşî gel dikin. Ji ber top û bombeyên ku leşker diavêjin di hin malan de şewat derket. Di kolanan de dûman bilind dibe. Berxwedana gel a li hemberî êrîşên dewletê jî di nava kolanan de didome.
Hat hînbûn ku navê zarokê di saetên êvarî de bi guleya polîsan birîndar bû Gokhan Çetîn e û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.