Hewldana êrîşa çeteyan a li dijî Kantona Kobanê hat şikandin

Çeteyên DAIŞ'ê duh bi şev hewl dan li rojavayê bajarê Girê Spî yê ser bi Kantona Kobanê êrîş bikin. Di encama destwerdana ji nişka ve ya hêzên YPG/YPJ'ê de çete ketin nava panîkê û reviyan.

Çeteyên DAIŞ'ê duh bi şev hewl dan li rojavayê bajarê Girê Spî yê ser bi Kantona Kobanê êrîş bikin. Di encama destwerdana ji nişka ve ya hêzên YPG/YPJ'ê de çete ketin nava panîkê û reviyan. Hêzên Çep ên Şoreşger jî di operasyoneke li hemberî çeteyan a li nêzî gundê Genterî de, 4 çete kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku çeteyên DAIŞ'ê duh bi şev hewl dan li rojavayê Girê Spî yê ser bi Kantona Kobanê êrîşekê pêk bînin. 

Di daxuyaniyê de ev agahî bi raya giştî re hat parvekirin:

"Çeteyên DAIŞ’ê şevê din li rojavayê Girê Spî yê ser bi Kantona Kobanê hewl dan êrîşekê lidar bixin. Çeteyan, hewl dan ji bakur bikevin gundê Sirikkiran ê li ser xeta sînor û 18 km li rojavayê Girê Spî ye. Piştî destwerdana hêzên me çete ketin nava panîkê û ber bi cihê jê hatine reviyan.

Çeteyên DAIŞ’ê şevê din li rojhilatê bajarokê Eyn Îsa yê ser bi Kobanê hewl dan êrîşekê lidar bixin. Hêzên me di cih de bersiv dan êrîşa çeteyan a li derdora gundê Fatsa yê dikeve 9 km rojhilatê bajarokê Eyn Îsa. Piştî şerekî demkurt ê li vê herêmê çete neçar man ji qadê birevin.

Hêzên Çep ên Şoreşger ên ku di bin ala YPG’ê de şer dikin, şevê din li nêzîkî gundê Genterî yê dikeve 35 km rojhilatê bajarokê Eyn Îsa operasyonek lidar xistin. Di operasyona ku komek çeteyan ê di nava amadekariya çalakiyê de bûn hedef hatin girtin de bi qasî hate zelalkirin 4 endamên çeteyan hatin kuştin."