Yuksek: Ji bo şikandina dorpêçê û astengkirina komkujiyan wext hatiye

Hevserokê Giştî yê DBP`ê Yuksek, bi armanca rawestandina dorpêça li Cizirê û komkujiyên li Kurdistanê di serî de Amed, bang li tevayî bajaran kir ku ji bo bi awayekî demokratîk bertekên xwe nîşan bidin saet 17.00’an bikevin nav tevgerê.

Hevserokê Giştî yê DBP`ê Kamuran Yuksek, bi armanca rawestandina dorpêça li Cizirê û komkujiyên li Kurdistanê bên pêşxistin di serî de Amed, bang li tevayî bajaran kir ku ji bo bi awayekî demokratîk bertekên xwe nîşan bidin saet 17.00’an bikevin nav tevgerê.

Hevserokên Giştî yên DBP`ê Kamuran Yeksek û Emîne Ayna tekildarî infazên di çarçoveya konsepta şer a AKP xistiye dewrê ku li Cizîrê pêk tên û li rojava jî êrîşên komên nîjadperest  li hemberi avahiyên HDP’ê û gelê Kurd li Navenda Giştî ya DBP`ê civînek li dar xist.

Yuksek diyar kir ku piştî êrîşên lîncê ji 4’ê Îlonê û vir ve Cizîr di bin ceribandina komkujiyên polîs û tevgerên taybet de ye û bajarên Kurdistanê ji aliyê hêzên milîtarist ve hatine dorpêçkirin.

Ji bo Cizîre saet 17.00'an derkevin qolanan

Yuksek ji bo şkenandina dorpêç û sekinandina komkujiyan ên AKP’ê li Kurdistanê li ser Kurdan tê meşandin balkişan ser girîngiya çalakiyên demokratîk û wiha bi dawî kir: “ Ev dorpêça AKP tenê gel dikare bişkîne. Ji bo em karibin dorpêçê bişkînin, komkujiyan asteng bikin û komkujiyên dikarin li Kurdistanê pêk bînin asteng bikin divê em di esasê çalakiyên demokratîk de têkevin tevgerê. Îro saet 17.00’andi serî de Amed em bang li tevahî bajaran dikin ku bertekên xwe yên demokratîk nîşan bidin. Ev zilma tenê wiha em dikarin bisekinînin. Ev dorpêçan wiha rakin. Mirovên derdora Cizîrê pêwîst e biçin Cizîrê. Li her derê divê xwedî li Cizîrê bê derketin.”