Demîrtaş: Serokkomar û Serokwezîr qatilên zarokan e!

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku Cizîr êdî Kobanêya Tirkiyeyê ye.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku Cizîr êdî Kobanêya Tirkiyeyê ye û têkildarî geşedanên li navçeyê pêk tên wiha got: "Di şerên herî hov de jî tiştekî wisa tineye. Mirov tên qetilkirin. Cenaze li malan tên sekinandin. Destûrê jî nadin cenazeyan defin bikin. Berxwedana gelê Cizîrê ne di medyaya neteweyî û ne jî di medyaya navneteweyî de nayê dîtin. Sedema vê bêdengiyê çi ye? Ji ber ku li Gazzeyê na li Cizîrê zarok tên qetilkirin hûn bêdeng kin?"

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Hevberdevkên HDK'ê Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçu, nêzî 40 wekîl, aktîvîstên KJA û gelek kesên din ji bo biçin Cizîrê ya ku 6 rojin di bin dorpêça polîsan de ye û heya niha 18 kes hatin qetilkirin ji Hezexê bi rê ketin û nêzî Cizîrê pêşiya wan bi wesayîtên zirxî hat birîn. Ligel hevdîtînin hatin kirin polîsan destûr neda heyetê û li ser vê yekê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş daxuyanî da çapemeniyê. Demîrtaş got, "8 rojin li Cizîrê komkujî pêk tê. Ji hikûmetê derbarê vê komkujiyê de heya niha ti daxuyanî tinene. Berevajî vê yekê piştgiriyê didin komkujiyê. Di dîrokê de wê weke serokwezîr û serokkomarên jin û zarok qetil kirin cih bigirin. Rojên tên jiyîn wê biborin ti tişt heya dawî berdewam nake."

JI BER GAZZE NA CIZÎR E EV BÊDENGÎ HEYE!

Demîrtaş bêdengiya çapemeniyê rexne kir û wiha got: "Berxwedana gelê Cizîrê ne di medyaya neteweyî ne jî di ya navneteweyî de cih nagire. Sedema vê bêdengiyê çi ye? Gelo ji ber li Gazzeyê na li Cizîrê zarok tên qetilkirin ewqas bêdeng in?" Demîrtaş anî ziman ku HDP'î du rojin ji bo biçin Cizîrê di rê de ne û bi awayekî bêhiqûqî pêşiya wan digirin û wiha axivî: "Polîs jî di ferqa vê bêhiqûqiyê de ne. Ji me re dibêjin 'Serokkomar û Serokwezîr fermê didin me'"

HER TIŞTÎ ASTENG DIKIN

Demîrtaş da zanîn ku tiştên li Cizîrê tên jiyîn trajediya mirovahiyê pêk tê û ti rêgezên şer li ber çavan nayên girtin û wiha axivî: "Du rojin em hewl didin avê ji gelê Cizîrê re bibin. Ji wê re jî destûrê nadin. Ji ber ku wan deng dan me van tiştan didin jiyîn. Em dixwazin biçin Cizîrê. Heke weke hikûmetê gotî li wir pevçûn hebin me got em dê hewildanên wê jî bikin. Destûra vê yekê jî nedan. Ew di ferqa her tiştî de ne lê derdê wan cuda ye."

'WEKE KOBANÊ ÎNKAR KIRIN WÊ CIZÎRÊ JÎ ÎNKAR BIKIN'

Demîrtaş bilêv kir ku Serokomar Tayyîp Erdogan di dema Kobanê di bin êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de bû got "Kobanê ha ket ha ket" lê gotinên xwe înkar kirin û wiha axivî: "Gotinên wê rojê gotin îro înkar dike. Cizîrê êdî bûye Kobanêya Tirkiyeyê yê. Gotinên îro têkildarî Cizîrê de gotin dê sibê înkar bike. Di şerên herî hov de tiştekî wisa tineye. Mirov tên qetilkirin. Cenaze li malan tên sekinandin. Destûrê nadin cenaze bên definkirin."

'MEDYAYA AKP'Ê TIŞTÊN CIZÎRÊ WEKE PAQIJÎ DIBÎNE'

Demîrtaş bal kişand ser kongreya AKP'ê ya du roj şûnda pêk tê û wiha bang li Serokwezîr Ahmet Davutoglu kir: "Ti li vî welatî ji serokwezaretiyê ketî yî. Ti weke serokwezîrê ketî di dîroka siyasetê de cih bigirî û ti caran ji wê renakevî. Navê te wê 'qatilê jinan' û 'qatilê zarokan' di dîrokê de bimîne. Pirsa 'Çima ev ciwan derdikevin çiyayan?' nepirsin herin ji Erdogan û Davutoglu bipirsin. Riya çiya bi girtina siyasetê vedikin. Medyaya AKP'ê tiştên li Cizîrê pêk tê weke paqijî bi nav dike. Em medyaya bêheysiyet werin em bi hev re biçin Cizîrê tiştên jiyîn bibînin. Tiştên li wir pêk tên di 2015'an de pêk tên di serdema navîn de ne."

Demîrtaş herî dawî wiha bang li raya giştî kir: "Ez bang li hemû kesî dikim. Bi lezgînî biryara qedekirina kolanan rabikin. Yên digotin Gazze û digirîn çiqas durûye derket holê. Yên li Tirkiyeyê ji bo Gazzeyê digirîn werin Cizîrê. Ez bang li we dikim mislimanî an partiya hûn piştgiriyê didinê girîng e?"

HDP wê li Hezexê Navenda Koordînasyona Krîzê pêk bîne û rewşê bişopîne.

...