HPG’ê nasnameya 7 gerîlayên 2’yê Îlonê jiyana xwe ji dest dan aşkera kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 7 gerîlayên HPG û YJA Starê yên 2’yê Îlonê di encama keşfên zêde û bombedûmanan de jiyana xwe ji dest dan aşkera kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 7 gerîlayên ku piştî 28’ê Tebaxê rêyên qereqolên Tûgaya Şemzînan a di sêgoşeya Katûna, Helena û Garê yên girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê kirin bin kontrola xwe di bomberdûmana 2’yê Îlonê ya artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dan aşkera kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya  7 gerîlayên HPG û YJA Starê yên 2’yê Îlonê di encama keşfên zêde û bombedûmanan de jiyana xwe ji dest dan aşkera kir.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de got: “28’ê Tebaxê gerîlayên me rêyên qereqolên Tûgaya Şemzînan a di sêgoşeya Katûna, Helena û Garê yên girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê kirin bin kontrola xwe. Li hember wê arteşa TC 2’yê Îlonê ji 2 baskan ji qereqolên Tûgaya Şemzînan û Garê li hember sêgoşeya Katûna, Helena û Garê operasyonek dan destpêkirin. Her wiha saet 07.00’an tevgera helîkopterên Kobra rû daye û hêzên gerîlayên me bi çekên giran li wan dane. Helîkopter neçar mane vekişin. Baska yekemîn a operasyona bejahî ketiye herêma ku hêzên gerîlayên me lê ne û pevçûneke demkurt rû daye. Li gel operasyona hemwext artêşa Tirk balafirên şer, obus û hawanan sêgoşeya Helena, Katûna û Garê, Girê Genîş û Girê Konserve bombebaran kiriye. Li hember vê jî gerîlayên me bi hawanan qereqola Garê kirine hedef û bi bandor lê dane.

2’yê Îlonê di encama keşfa zêde û bomberdûmanê de 7 hevrêyên me şehîd bûne. Bi sedema pêwendiya me ya bi hêzên me yên li vê herême re qut bûye, aşkerakirina hevrêyên me yên gihiştine şehadetê dereng ketiye.

Armanc û îdealên mîlîtanên me yên pêşeng ên felsefeya jiyana Rêber Apo ya di serî de gelê Kurdistan ji bo tevayî mirovatiyê diyarî ye pêk anîne û di pêkanîna wê de bi fedayî jiyane û têkoşiyane di asta pîroziyê de ye. 

Di pêşengtiya hevrêyê me Denîz de hevrêyên me Egîd, Cotkar, Erdal, Hozan, Jînda û Zîlan bi fedakariyeke xurt di berxwedana şoreşê de bi bawerî û bi biryar meşiyane, piştî şehadetên xwe ji hemû mîlîtanên HPG’ê re wezîfeya ji bo biranina wan jiyaneke azad û demokratîk ava bikin û tola wan rakin  hiştine.

Nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dane wiha ye:

Nasnav: Egîd Şax

Nav-Paşnav: Abdullah Keleşoglû

Cihê jidayikbûnê: Wan

Navê dayik-bav: Verdek – Îsmet

Dîrok û Cihê Şehadetê: 2 Îlon 2015 / Colemêrg

 

Nasnav: Cotkar Sîser

Nav-Paşnav: Nasir Sûcaî

Cihê jidayikbûnê: Xoy

Navê dayik-bav: Guzel – Alaaddîn

Dîrok û Cihê Şehadetê: 2 Îlon 2015 / Colemêrg

 

Nasnav: Denîz Farûk

Nav-Paşnav: Mehmet Yîgît

Cihê jidayikbûnê: Amed

Navê dayik-bav: Azîze – Azîz

Dîrok û Cihê Şehadetê: 2 Îlon 2015 / Colemêrg

 

Nasnav: Erdal Urmiye

Nav-Paşnav: Îsmaîl Dudkanlimîlan

Cihê jidayikbûnê: Xoy

Navê dayik-bav: Zozan - Huseyin

Dîrok û Cihê Şehadetê: 2 Îlon 2015 / Colemêrg

 

Nasnav: Hozan Derîk

Nav-Paşnav: Egîd Suleyman

Cihê jidayikbûnê: Derîk

Navê dayik-bav: Şaha – Alî

Dîrok û Cihê Şehadetê: 2 Îlon 2015 / Colemêrg

 

Nasnav: Jînda Sakîne

Nav-Paşnav: Menîce Dîndar

Cihê jidayikbûnê: Maku

Navê dayik-bav: Fatma – Fehîm

Dîrok û Cihê Şehadetê: 2 Îlon 2015 / Colemêrg

 

Nasnav: Zîlan Tendurek

Nav-Paşnav: Sûltan Tûran

Cihê jidayikbûnê: Agirî

Navê dayik-bav: Sitî - Tahir

Dîrok û Cihê Şehadetê: 2 Îlon 2015 / Colemêrg

...