FKÊ, CÎK, FEDA: Em xwedî li berxwedana Cizîrê derkevin

Saziyên Êzidî, Elewî û Îslamî FKÊ, FEDA û CÎK nerazîbûneke tund nîşanî komkujiya AKP li Cizîrê dike dan û bang li gelan kirin, ku dakevin kolanan.

Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ), Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) û Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), der barê komkujiya dewletê ya li Cizîrê de daxuyaniyeke hevpar weşandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Cizîr di bin dorpêçiya leşkerî ya dewleta Tirk a mêtînger û faşîst de ye" û ev xal hat destnîşankirin:

'CIHÊ XWE DI NAVA TI OL Û BAWERIYÊ DE NÎNE'

"Her roj bi çekên giran êrîşî gelê me tê kirin. Di encma van êrîşan de, pitik û jinên extiyar jî di nav de bi dehan mirovên me hatin qetilkirin û bajar veguheriye xirbe. Destûr nayê dayîn ku gelê me cenazeyên xwe jî rake. Cihê vê di ti ol û baweriyê de nîne."

Erdogan û hikûmeta wî, ku her gavê êrîşên li hemberî Gazzeyê qebûl nedikir û bang li mirovahiyê dikir ku li dijî Îsraîlê bisekine, êrîşeke ji Gazzeyê mezintir li hemberî Cizîrê dike. Ev êrîşên qat bi qat ji demên darbeya faşîst a leşkerî zêdetir in, ji aliyê ti ol, bawerî û wijdanan ve nayên qebûlkirin. Dewlet-hikûmeta ku van êrîşan dike jî xwe weke 'Îslamî' dide nîşandan."

'EM DAKEVIN KOLANAN'

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku berxwedanên li Şengal û Kobanê li Cizîrê dewam dikin û ev bang hat kirin:

"Îro sekna li dijî zaliman, bi xwedîderketina li berxwedana Cizîrê dibe. Em bang li hemû Misilman, Elewî û Êzidiyên li dijî neheqî û newekheviyê ne dikin, ji bo gelê Cizîrê yê mezlûm dakevin kolanan û beşdarî her çalakiyên demokratîk bibin."