Ji 8 kesên li Cizîrê hatin qetilkirin nasnameya 4 kesan diyar bû

Li Cizîrê di 24 saetên dawî de ji 8 kesên hatin qetilkirin nasnameya 4 kesan diyar bû. Derket holê ku dema Zeynep Taşkin xwest zaroka xwe biparêze hat qetilkirin.

Li Cizîrê di 24 saetên dawî de ji 8 kesên hatin qetilkirin nasnameya 4 kesan diyar bû. Derket holê ku dema Zeynep Taşkin xwest zaroka xwe biparêze hat qetilkirin.

Hefteyek e Cizîr di bin dorpêça polîs û tîmên taybet de hatiye hepiskirin. Gelê Cizîrê yên ku ji malên xwe derdikevin tên kuştin. Şevê din polîs û leşkeran li ser gelek taxan bi top û tangan gule barandin. Di êrîşa polîs û tîmên taybet de 8 kesan jiyana xwe ji dest da. Nasnameya 4 kesan diyar bû. Ji kesên hatin qetilkirin ên nasnameya wan diyar bû wiha ne. Li Taxa Cûdî Sait Nayici (16), Zeynep Taşkın (17) xwesûya wê Maşallah Edin (35) û li Taxa Nûr jî Eşref Edin (55) jiyana xwe ji dest dan.

Di êrîşê de zaroka 11 salî Berxwedan Taşkin, Ayşe Edin û Ekrem Dayan jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku Zeynep Taşkin a hat qetilkirin dema xwest zarokê xwe Berxwedan Taşkin ji guleyan û topan biparêze hat qetilkirin. Berxwedan jî ji mil û piyê xwe birîndar bû. Berxwedan a birîndar bû rakirin nexweşxaneya dewletê ya Şirnexê.