Burkan El-Firat: Li hemberî DAIŞ’ê em ê serketinên mezintir bi dest bixin

Odeya Çalakiyan a Burkan El-Firat ragihand ku ew li ser soza xwe ya berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê ne û wê serketinên mezintir bi dest bixin.

Odeya Çalakiyan a Burkan El-Firat ragihand ku ew li ser soza xwe ya berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê ne û wê serketinên mezintir bi dest  bixin.

Bi boneya yekemîn salvegera avakirina Odeya Çalakiyan a Burkan El-Firat fermandariya Odeyê daxuyaniyeke nivîskî da. Daxuyanî li gundê Til Xezal ê başûrê Kantona Kobanê bi amadebûna fermandarên YPG’ê, Burkan El-Firat, tabûra Şems El-Şemal, Siwar Reqqa û Tugaya Eniya El-Ekrad hate xwendin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Fermandarê Burkan El-Firat ê bi navê Ednan El-Ehmed ve hatiye xwendin de wiha hate gotin:

“Ji bo berxwedana li dijî terora rejîma Baasê û çeteyên herî hov di cîhanê de DAIŞ’ê, 10 Îlona 2014’an gelek tabûrên leşkerî ku baweriya wan bi Sûriyeyeke demokratîk heye pêwîst dîtin ku ji bo hevkariya di berxwedanê de odeyeke çalakiyan damezirînin. Odeya Çalakiyan a Burkan El-Firat ji bo hevkarî û yekîtiya leşkerî di berxwedana li dijî terorê li Kobanê hate avakirin. Burkan El-Firat di vê sala bihurî de serketinên mezin bi dest xwe ve anîn û sekna xwe li tevahî cîhanê îspat kir û alîkariya koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê wergirt.

Bi boneya yekemîn salvegera damezirandina Odeya Çalakiyan a Burkan El-Firat em hemû şehîdan bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî ruhê wan ditewînin. Burkan El-Firat di vê sala bihurî de bi beşdarbûna xwe ya nava berxwedana dîrokî ya Kobanê derseke lehengiyê ku ti carî nayê jibîrkirin da çeteyên DAIŞ’ê û dirûşma DAIŞ’ê ku dibêje ew mayînde ye, hilweşand.

Em wekî endamên Odeya Çalakiyan a Burkan El-Firat bi vê boneyê diyar dikin ku em li ser soza xwe ya berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê ne û em ê serketinên mezintir bi dest xwe ve bînin. Em Odeya Çalakiyan a Burkan El-Firat wekî bingeheke Yekîtiya hemû hêzên demokrasîxwaz ên Sûriyeyê ye. Di heman demê de em spasiya hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê û hemû hêzên aştîxwaz ku li dijî terora DAIŞ’ê piştgiriya me kirine, dikin. Bijî Sûriyeya Azad û demokratîk, serfirazî ji bo şehîdên me.”