Girseya gihişt Cizîrê rastî êrîşa polîsan hat

Bi hezaran welatiyên şevê din ji Sîlopiya û Şirnexê derketin rê, li gel hemû astengiyan bend şikandin ketin Cizîrê.

Bi hezaran welatiyên şevê din ji Sîlopiya û Şirnexê derketin rê, li gel hemû astengiyan bend şikandin ketin Cizîrê.

Bi hezaran welatiyên ketin Cizîrê rastî êrîşa çekdarî ya polîsan hatin.

Bi hezaran welatiyên ji Silopiya û Şirnexê bi boneya piştgiriyê bidin gelê Cizîrê şevê din derketibûn rê, ketin nava Cizîrê. Bi hezaran welatî li gel hemû êrîş û astengiyên dewletê ketin Cizîrê. Hezaran welatî beng û barikatên polîs û leşkeran şikandin û ketin Taxa konakê ya Cizîrê. Gelê Cizîrê bi coşek mezin girse pêşwazî kir û dirûşmên, "Bijî berxwedana Cizîrê", "Cizîr wê ji faşizmê re bibe goristan" û "Bijî Serok Apo" berz kir. Bi hezaran welatî di pêşengiya dayikan de û tulbendên spî meşiyan. Piştî hezaran kes ketin Cizîrê, tîmên taybet bi çekan welatî gulebaran kir. Bi hezaran welatiyan jî bi dirûşman bersiv dan polîsan. Bi zêdebûna berxwedana girsê polîsan jî guleyên rastî bi kar anîn.

Li dijî êrîşan berxwedana gel bi dirûşman bilind dibe.