Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Olûç, li hember weşanên nîjadperest ên çapemeniya AKP’ê nerazîbûn nîşan da. Olûç diyar kir ku di wan weşanan de Demîrtaş hedef hatiye girtin û wê gel neyên provokasyonan.
Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê, Parlamenterê Antalya Sarûhan Olûç têkildarî weşanên çapemeniya AKP’ê ya partiya wan dike hedef daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Olûç Got: "Li hemberî partî û gelê me, hêzên demokrasiyê êrîşên bi plan û rêxistinkirî yên nîjadperest ku didomin, navgînên çapemeniyê yên AKP’ê jî van êrîşan bi awayekî sorker û teşwîqker bi rengekî bi tehlûke didomîne.” Olûç têkildarî mijarê ev mînak da:
'ROJA MANŞETÊ ÊRÎŞÊN MEZIN RÛ DAN’
"Roja ku Navenda Giştî ya Partiya me, avahiyên partiya me yên bajêr û navçeyan hatin şewitandin, Berdevkê Qesrê Yenî Şafak, Hevserokê me yê Giştî Birêz Selahattîn Demîrtaş bi manşeta, ‘Qatil-wê bê paqijkirin’ hedef nîşan da. Roja ev manşet hat avêtin, komên nîjadperest li kolanan HDP hedef girtin. Li her cihî li hember partiya me êrîşên mezin rû dan.
Li hember van êrîşan ku her kes banga hestyariyê dike, rojnameya Yenî Şafak û Star jî weşanên nîjadperest ên weke bêjin, ‘Bila êrîş neqedin, dewam bikin’ didomînin.
Rojnameya Yenî Şafak îro (10’ê Îlonê) Hevserokê me yê Giştî careke din bi sernivîsa ‘Erê ti Qatil î’ hedef nîşan da. Ev rojname ku hêza xwe ji Qesrê digre û armanca wê rasterast li hemberî Hevserokê me yê Giştî êrîşên fizîkî rêxistin bike, di nûçeyeke xwe ya xeyalî ya din de jî gotibû ‘Ev bombeyên HDP’ê’ û di derewan de sînor nas nekiribû.
Di nûçeyê de belgeyek an jî agahiyek têkildarî HDP’ê têde cih nagire, tenê ji bo li ser HDP di nav raya giştî de dijberiyek çêbibe şev û roj ji neçarî xwe li erdê dixe. Di derewan de rojnameya Star ya ji Yenî Şafak paşde nema got: ‘Demîrtaş emrê şewitandina kolanan da.” Bi van derewan dixwazin îftîrayan bavêjin ser HDP’ê, raya giştî bixapîne û li hemberî HDP çeteyên nîjadperest dixwazin bi rêxistin bikin.”
'DIVÊ KES NEYÊ PROVOKASYONAN’
Olûç diyar kir ku gel wê neyên lîstika AKP’e û medyaya alîgir û wiha axivî: “Van rojnameyan wezîfeyên ji rojnamevaniyê wêdetir girtine û weşanên xwe yên dikin hedef, tetîkkêş û tehrîkkar li ber hiqûqê wê hesabê wan bidin. Em bang li raya giştî dikin ku li hember weşanên van baldar bin û bi sebir tevbigerin. Ti caran neyên provokasyonan.”