Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ridvan Îpek (Rêzan Erzurum) yê li Dêrsimê jiyana xwe ji dest da, li cem leşkerê bi navê Recep Beycur ê hevalê hev in û li Şîrvanê di teqînê de jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin. Di merasîma Qereçobanê de dayikên Îpek û Beycur bi hev re lorandin.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ridvan Îpek (Rêzan Erzurum) yê li Dêrsimê di 4'ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê hate wergirtin û anîn Qereçobanê. Cenazeyê Îpek di ketina navçeyê de ji aliyê hezaran welatiyên ku di nav de Parlamentera HDP'ê Seher Akçinar Bayar û rêveberên HDP û DBP'ê jî hebûn ve hate pêşwazîkirin. Cenaze demeke kurt ji aliyê polîsan ve hate astengkirin piştî hevdîtinan destûr hate dayîn. Cenaze li navçeyê hate pêşwazîkirin û birin mala xwe. Piştî ku li mizgefta Taxa Kirimkayayê wecîbeyên olî hate bicih anîn cenaze anîn goristanê.
Piştî Rêzgirtinê cenazeyê Îpek li cem leşkerî bi navê Recep Beycur ê di 19'ê Tebaxê de li navçeya Şîrvanê ya Sêrtê di teqînê de jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin. Malbata Recep Beycur jî beşdarî merasîma cenaze bûn. Dayikên Îpek û Beycur bi hev re li goristanê lorandin û demên hestewar hate jiyîn. Dayika Îpek Adul Îpek, diyar kir ku kurê wî şehîdê Kurdistanê ye û wiha axivî: "Di serî de Rêber Apo bila serê hemû gelê Kurdistanê sax be. Kurê min Recep Beycur bi hev re mezin bûn, bi hev re xebitîn, li heman dibistanê xwendin lê me her du jî da axê. Ey Erdogan bila Xwedê ev êşa ku bi me didî jiyîn qebûl neke."
Dayika Recep Beycur, jî ev tiş anî ziman: "Em li vî welatî edelatê dixwazin. Zarokên me mirin bila zarokên kesekî nemirin." Piştî axaftinan gel derbasî konê sersaxiyê bûn.