Gerîlayan li Dêrsim, Amed û Mêrdînê çalakî li dar xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çalakiya çarçoveya Pêngava Şehîd Rojhat Batman de li Dêrsimê li hember Qereqola Gazîk û lojmanên wê yên hêzên taybet têde ne çalakiyeke hemwext pêk hatiye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çalakiya çarçoveya Pêngava Şehîd Rojhat Batman de li Dêrsimê li hember Qereqola Gazîk û lojmanên wê yên hêzên taybet têde ne çalakiyeke hemwext pêk hatiye. Di çalakiyê de 4 polîs hatin kuştin û 3 polîs jî birîndar bûn.  Li navçeya Sûrîçî ya Amedê jî 5’ê Îlonê di çalakiya li hember wesayîteke zirxî de 3 tîmên taybet hatine kuştin 11 jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku çalakiyên gerîlayan didomin û ev agahî da:

Li qada Geliyê Doskî ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê, tevgera artêşa TC didome. Tevgera balafirên şer ku didome; “10’ê Îlonê saet di navbera 18.00-19.00’an de helîkopterên Skorsky leşker danîne qereqola Tepê Remo.”

Ji 9’ê Tebaxê ve rêyên di navbera Colemêrg-Çelê, Gever-Oremar û Gever-Geliyê Doskî di kontrola gerîlayên me de ne. Her wiha ji 4’ê Tebaxê ve rêya di navbera qereqola Bezelê û gundê Derya yê girêdayî Şemzînanê di kontrola hêzên gerîlayên me de ne.”

2’yê Îlonê saet di navbera 20.00 û 21.00’an de li Taxa Yenî ya li navenda Colemêrgê dema wesayîteke zirxî derbas dibû hêzên me yên gerîla bi çekên ferdî û bombeyên destan çalakiyek li dar xistine. Di çalakiyê de bi awayekî zelal tîmekî taybet hatiye kuştin. Li vir çekeke M-16, 2 şarjor û dûrbînek hatine desteserkirin.

9’ê Îlonê navçeyên Artemêtan, Westan û Payîzava ji aliyê dewleta Tirk ve wek herêmên ewlekariyê hatine îlankirin, derketina derve hatiye qedexekirin.

LI HEMBERÎ ÎSTASYONA BAZÊ ÇALAKÎ

8’ê Îlonê saet 22.00’an li qada Geliyê Satê ya girêdayî navçeya Şaxo ya Sêrtê li hember îstasyona bazê ya Turkcell, Vodafone û Avea çalakiya sabotajê hatiye kirin, îstasyona bazê bi temamî hatiye îmhakirin.

Roja 9’ê Îlonê saet 07.45’an li girê Meşkan a girêdayî Colemêrgê, helîkopterek Skorsky dema ku di xwest dakeve, gerîlayên me ve bi çekên giran lê dan û nehiştin dakeve û piştre jî bi çekên giran gir dan ber guleyan. Hujmara kuştî û birîndaran nehat zelalkirin. Piştre jî Artêşa Tirk bi obus û hawanan herêma Geliyê Marînos a girêdayî Colemêrge bombe kirin. Dorpeçkirina Girê Meşkan berdewam dike.

JI BO CIZÎRÊ LI KERBORANÊ GERÎLAYAN ÇALAKÎ PÊK ANÎN

8 Îlonê saet 16.30’an hêzên gerîlayên me ji bo bersivdayina komkujiya li ser Cizîrê pêş dikeve li hember wesayîteke zirxî ya tîpa Kobra ya ku ji Midyadê diçû Kerboranê li navbera gundê Deywanê çalakiyek sabotajê pêk anîn. Di encama çalakiyê de wesayîta zirxî îmha bû. Di wesayîta îmhakirî de bi zelalî 3 ji Şaxa Têkoşîna bi Terorê re 4 polîs hatin kuştin, polîsek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê 3 ambûlans, 1 Cornect û wesayîtek cenazeyan hatin mirî û birîndarên xwe girtin. Li derdora ku çalakî pêk hat, operasyon destpê kirin, lê danê êvarî operasyona bê encam vekişiya.

LI ŞIRNEXÊ KONTROLA RÊ

8’ê Îlonê saetên êvarî di kontrola rê ya li navbera Çeman-Bêşebab a girêdayî Şirnexê de ji girseya hat komkirin der barê xweseriya demokratîk de agahî hatin dayin.

Ev hefteyeke qerqola girê Çelê Nimêja ya girêdayî Şirnexê herêma Bestayê bi çekên giran bomberdûman dike û di encama van lêdana de erazî şewitandiye. Ev şewat hê ji didome.

Ev du roj in artêşa TC li navbera gundên Gûanît û Xêlkan ên girêdayî navçeya Bêşebaba Şirnexê kemînan datînin.

8’ê Îlonê saet 08.00’an artêşa TC li herêma Kato Heşetê ya girêdayî navçeya Berwarî ya Sêrtê bi alîkariya helîkopterên Skorsky û Kobra leşker danîn û dest bi operasyonê kirin. Operasyon di saet 18.00’an de bê encam vekişiya.

LI ÊLIHÊ SÛÎQEST

6’ê Îlonê li navenda Êlihê hêzên gerîlayên me çalakiyek sûîqestê pêk anîn, di vê çalakiyê de leşkerê mir serbaz e.

4’ê Îlonê artêşa TC li navbera gundên Til Hesen, Bêrmûsê û Bagasê yên girêdayî navçeya Kercosê ya Êlihê dest bi operasyonê kiribû, 8’ê Îlonê saet 21.00’an operasyon bê encam vekişiya.

7’ê Îlonê artêşa TC li herêma Kirekor a girêdayî Îdirê operasyonek destpê kiribû. Ev operasyon bi pêgerên hewayî yên bê mirov û helîkopterên Kobra didome. Dîsa yekîneyên wan ên xwe di erazî de veşartine jî hene.

9’ê Îlonê saet navbera 11.30-12.30’an û dîsa danê êvarî saet 21.30-22.30’an pêgerên hewayî yên bêmirov li ser herêma Glîdax a Agirî geriyan.

LI HEMBER ALAYA GOLAN JI DU BASKAN VE ÇALAKÎ

9’ê Îlonê saet 16.00’an hêzên gerîlayên me di çarçoveya Pêngava Şehîd Şervan Varto de li hemberî alaya Golan a li navenda navçeya Golana Erdexanê ji du baskan çalakî pêk anîn. Baskê yekem nîzamiye û yê duyem jî kulubeyên nobetê kirin hedef. Ji ber sivîl li nîzamiyê hebûn ev baska çalakiya xwe pêk nanî. Baskê duyemîn 3 tankên li derdora kulubeyan kirin hedef û bi roketan B-7 bi bandor lê dan. Di tankên ku derbe xwarinê de hejmara mirî û birîndaran nehatin zelalkirin.

LEŞKERDANÎNA LI TENDUREKÊ HAT ASTENGKIRIN

10’ê Îlonê saet 09.45’an artêşa TC xwest bi alîkariya helîkopterên Kobra, 3 helîkopterên Skorsky leşkaran deyne herêma Tendurek a Agiriyê. Hêzên gerîlayên me bi roketan li helîkopteran dan û helîkoptera derbe xwar bi lezgînî di nav dûmanê ji qadê dûr ket. Agahiyên ku ev helîkopter ketiye gihiştin destên me lê hê me zelal nekiriye.

5’ê Îlonê saet 05.00’an tîmek gerîlayên me ji bo bîranîna gerîlayên şehîd û bersiva êrîşên li hember gelê me pêk tê li Taxa Sûrîçî ya girêdayî navenda Amedê li hember wesayîtek zirxî ya tîpa Akrep çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de wesayît hat îmhakirin, ji 14 polîsên tevgera taybet 3 hatin kuştin,11 jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê ev tîma me bi saxlemî gihişt baregehên xwe.

9’ê Îlonê saet di navbera 20.00 û 22.30’an de gerîlayên me yê YJA Starê li rêya Çewlig-Amedê kontrola nasnameyan kirin û gel der barê pêvajoyê de agahdar kirin.

9’ê Îlonê saet 20.00’an hêzên gerîlayên me li hemberî îstasyonên bazê yên Vodafone û Trkcellê yên li Kanî Spî ya girêdayî navçeya Farqînê ya Amedê çalakiya sabotajê pêk anîn û di encam de van îstasyonan hatin îmhakirin.

LI ÇEWLIGÊ HELÎKOPTERA SKORSKY HAT DERBEKIRIN

9’ê Îlonê saet 20.00’an tîmek gerîlayên me helîkopterek Skorsky a li Kizilagaca Çewligê nizm difiriya bi çekên navîn kirin hedef, helîkoptera derbe xwar ji qadê bi lez dûr ket.

9’ê Îlonê saet 19.00’an li hember îstasyonek bazê ya Turkcellê ya nêzî Mîrova ya Mercan a girêdayî Erzînganê, saet 22.00’an li hember baz îstasyonên Turkcell, Vodafone û Avea yên girêdayî Çaylan a girêdayî navçeya Gimgim a Mûşê, hêzên gerîlayên me çalakiyên sabotajê pêk anîn û di encam de van îstasyon hatin îmhakirin.

10’ê Îlonê danê sibê saet di navbera 05.00-09.00’an de pêgerên hewayî yên keşfê li derdora gundê Kûrpîka yê girêdayî navçeya Tetwan a Bedlîsê geriyan. Di heman saetê de helîkopterên Kobra jî qad gulebaran kir.

LI DÊRSIMÊ LI HEMBER QEREQOLA GAZÎK Û LOJMANAN ÇALAKIYÊN HEMWEXT

9’ê Îlonê saet 19.25'an hêzên gerîlayên me di çarçoveya Pêngava Şehîd Rojhat Batman ji bo bîranîna Şehîd Brûsk û Şehîd Rêzan li hember qereqola Gazîk û lojmanan ên ku polîsên tevgera taybet têde çalakiyek hemwext pêk anîn. Baskê yekemîn ê Tîma Tolhildana Şehîd Bahoz ji 20 metran 2 polîsên tevgara taybet ên li pêşiya wesayîta Akrep disekinîn û 2 polîsên di hundirê wesayîtê kirin hedef. Di vir de 2 polîs hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn. Dîsa li hember wesayîtek Akrep a 50 metreyî dûr bi roketan B-7 çalakî pêk hat, di vê wesayîta hat îmhakirin de hejmara mirî û birîndaran nehat zelalkirin. Baskê duyemîn ê Tîma Şehîd Destan polîsên li lojmana kirin hedef û bi zelalî 2 polîs kuştin, yek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê polîs derdora xwe rasterast gulebaran kir û bi 15 wesayîtên zirxî rêyên derdora Taxa Gazîk girtin. Bi helîkoptera Skorsky û ambûlansan mirî û birîndarên xwe rakirin.

SEROKÊ RÊXISTINA NAVÇEYA MAZGÊRDÊ YÊ AKP’Ê HAT BERDAN

Serokê rêxistina navçeya Mazgêrdê yê AKP’ê-Dêrsim di 29’ê Tebaxê de hêzên gerîlayên me binçav kiribûn. 9’ê Îlonê hêzên gerîlayên me teslîmî heyeta ku ji kesên endamên Komaleya Mafên Mirovan û parlamenterên HDP pêk tê kirin. Serokê rêxistina navçê got êz ê ji AKP’ê îstîfa bikim. Dema me wî teslîm kir hin derdorên çapemeniyê jî li wir amade bûn.

9’ê Îlonê saet 18.00’an hêzên gerîlayên me îstasyonek bazê ya li gundê Xaçitê ya girêdayî navçeya Nazmiye ya Dêrsimê bi çalakiya sabotajê îmha kirin.

Ji 17’ê Tebaxê û vir ve rêyên Dêrsim-Erzîncan û Dêrsim-Pilûr di bin kontrola hêzên gerîlayên me de ne.”