Gel ji bo Cizîrê diherikin kolanan

Ji bo Cizîrê, gel li Amed, Wan, Elkê, Bismil, Nisêbînê derket kolanan û dest bi çalakiyan kir. Polîsan jî bi tomayan êrîşî welatiyan kir.

Hefteyeke li ser Cizîrê rewşa OHAL tê meşandin. Welatî di bin dorpêça polîs û tîmên taybet de dijîn. Hemû rehên jiyanê ji ser welatiyên Cizîrê hatine qutkirin. Li dijî van pêkanînên li ser gelê Cizîrê, gel li Amed, Wan, Elkê, Bismil, Nisêbînê derket kolanan û dest bi çalakiyan kir. Polîsan jî bi tomayan êrîşî welatiyan kir.

Li ser Cizîr û gelê Cizîrê hefteyek e rewşa OHAL'ê tê meşandin. Hikûmeta AKP'ê û walîtiya Şirnexê kolan li welatiyên Cizîrê qedexe kir û hefteyek e polîs û tîmên taybet bi çekên giran li ser welatiyan û taxan guleyan dibarînin. Cizîr hefteyeke di bin dorpêça polîs û tîmên taybet de ye. Rêxistina DBP'ê bi boneya berteka xwe ya demokratîk li dijî van pêkanînên li dijî Cizîrê pêk tê biryara saet di 17.00'an de li gelek bajarên Kurdistanê derkevin kolanan da. Li ser biryara DBP'ê gel li Amed, Peyas, Rezan, Nisêbîn û Wanê daketin kolanan û çalakî pêk anîn.

ELKÊ

Li navçeya Elkê ya Şirnex gel ji bo şermezarkirina êrîşên hovane yên dewleta Tirk rêya di navbera bajêr re derbas dibe girt. Ciwan û welatiyan bi kevir û daran rêyên ku diçin taxên bajar, her wiha rêya di navbera bajêr re derbas dibe ji trafîkê re girtiye. Piştî demekê dozera Qeymeqamtiya Elkê ji bo rê veke hatiye û li ser bersiva ciwan û gel wesayît paşve kişiya.

NISÊBÎN

Rêxistina BDP'ê ya Nisêbînê bi heman armancê li ber avahiya DBP û HDP'ê çalakî pêk anî. Bi hezaran welatiyên kom bûn heta Rêya Îpekê meşiyan. Girse piştî heta Rêya Îpekê meşiyan hêjmar gihişt deh hezaran. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî welatiyan kir.

BISMİL

Li navçeya Bismila Amedê jî bi hezaran welatî li ber avahiya DBP'ê ya Bismilê kom bûn û meş pêk anî. Bi hezaran welatî dirûşmên, "Gelê Cizîrê ne bi tenê ye" û "PKK gel e, gel li vir e" û "Bijî berxwedana Cizîrê" berz kirin. Girse piştî meşê mezin bû û heta rêya Êlih Amedê meşiyan. Li vir Wekila HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan diyar kir ku hemû têkiliyên Cizîrê ji cîhanê hatiye qutkirin û gel di bin ablûkayê de ye. Aydogan, da zanîn ku heta ev pêkanîn bi dawî bibin ew dê li kolanan bin. Çalakî bi rûniştina 5 deqeyan bi dawî bû.

REZAN

Girseya navçeya Rezan jî li gel astengiyên polîsan heta Parka Koşuyolu meşiyan û liber Abîdeya Mafên Mirovan çalakî pêk anî. Hevserokê DBP'ê yê Amedê Ali Şimşek daxuyanî da û helwesta dewlet û hikûmetê şermezar kir. Çalaki bi silogana "Bijî berxudane Cizire" bi dawî bû.

Gelê Peyasê li taxa Şeyh Şamilê jî kom bûn û çalakî pêk anîn. Gelê ku di bin siya polîsan de çalakî pêk anî, piştgirî da gelê Cizîrê.

PEYAS

Li navçeya Roboskî jî endam û rêveberên HDP'ê û DBP'ê li ber Bîrdariya Roboskî çalakî pêk anî. Koma ku li ber Peykerê Roboskî kom bûn siloganên "Cizîr neket û nakeve", "Bijî berxwedan Cizîrê" û "Bê serok Apo" berz kir. Di çalakiyê de Seroka Komeleya KJA'yê Ayla Akat Ata û rêveberên HDP û BDP'ê jî amade bûn.

WAN

Li Wanê jî bi sedan kesên di navde wekîla HDP'ê Tugba Hezer, Hevaredarên Wanê û rêveberên DBP-HDP'ê jî hene, li Parka Feqiyê Teyran çalakî pêk anî. Girsê di çalakiyê de silogana ''Bijî berxwedana Cizirê'', ''PKK gel e, gel li vir e" berz kirin. Komê ewil çalakiya rûniştinê pêk anî û piştre Hevserokê DBP'a Wanê Munir Aras, daxuyanî da û êrîşa li ser gelê Cizîrê şermezar kir.

Wekîla HDP'ê ya Wanê Tugba Hezer jî anî ziman ku di şexsê Cizîrê de li hemberî hemû Kurdan û mirovahiyê êrîş pêk tên û ev nayê qebûlkirin.

Çalakî bi dirûşma, ''Bijî berxwedana Cizirê" bi dawî bû.