Bi hezaran kesan li Cizîrê dorpêç û êrîşa polîsan protesto kirin

Bi hezaran welatiyên Cizîrê ku hefteyeke di bin rewşa OHAL'ê û êrîşên çekdarî de dijî, li Kolana Nisêbînê kom bûn û dorpêç û êrîşa polîsan a çekdarî şermezar kir.

Bi hezaran welatiyên Cizîrê ku hefteyeke di bin rewşa OHAL'ê û êrîşên çekdarî de dijî, li Kolana Nisêbînê kom bûn û dorpêç û êrîşa polîsan a çekdarî şermezar kir.

Li Cizîrê piştî rewşa OHAL'ê û êrîşên çekdarî yên hêzên dewletê li dijî gel zêde bûn, bertekên gel jî zêde bû. Li Cizîrê heft rojin êrîşên hêzên dewletê yên çekdarî berdewam dikin. Bi hezaran welatiyên Cizîrê bi boneya êrîşên dewletê yên li ser gel didomin, çalakî pêk anîn. Bi hezaran welatî li Taxa Cûdî kom bûn û êrîşên dewletê şermezar kirin. Bi hezaran welatiyên ku hefteyeke av, ceyran û her tişt li ser wan hatiye qutkirin daketin kolanan û ber bi Taxa Nûr ve meşiyan. 8 wekîlên HDP'ê jî beşdarî meşê bûn û ber bi Kolana Hezexê ve meşiyan. Piştî hezar welatî ber bi Kolana Hezexê ve meşiyan maşîneyên zirxi yên dewletê ketober li ser girsê gule reşandin. Wekîl ji bo rê li pêşiya kuştinê bigirin destûr nedan ku gel derkevin ser Kolana Hezexê. Wekîlên HDP'ê Faysal Sariyildiz, Leyla Bîrlîk, Mahmut Tugrul û Leyla Guven di bin guleyan de, di ser Kolana Hezexê re derbasî Taxa Nûr bûn. Piştî wekîlên HDP'ê xwe gihandin Taxa Nûr, gel dîsa li Taxa Cûdî meş pêk anî û derket ser Kolana Nisêbînê. Gel ji bo rastî êrîşa tîmên taybet û sekvanan neyê disa vegeriyan nava taxa Cûdî. Çalakiyên gel di nava Cizîrê de didomin.

Welatiyê bi navê Kendal Cizre jî beşdarî Nûce Tv bû, diyar kir ku gel hê nikare cenazeyên xwe veşêre û li kolanan berxwedana xwe berdewam dike. Kendal, anî ziman ku niha jî gel li ser piyan e û hêzên dewletê dîsa zarokekî 12 salî dan ber guleyan. Kendal, da zanîn ku gelê Kurd çawa li Kobanê li ber xwe daye wê li Cizîrê jî di ber xwe bide. Kendal, anî ziman ku li her kolan û taxan jin bi tilîlî û çepikan êrîşên li hember gel şermezar dikin.