'Divê Başûr li pêşberî şoreşa gel a li Bakur bêdeng nemîne'

Hevserokê Tevgera Azadî ya li Başûrê Kurdistanê Mehmet Abdullah rewşa li Bakurê Kurdistanê weke şoreşa gel pênase kir û bêdengiya hêzên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê rexne kir.

Hevserokê Tevgera Azadî ya li Başûrê Kurdistanê Mehmet Abdullah rewşa li Bakurê Kurdistanê weke şoreşa gel pênase kir û bêdengiya hêzên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê rexne kir. Abdullah ji her kesî xwest ku li hemberî êrîşên di vê demê de tên kirin, helwestê nîşan bidin.

AKP'Ê DEMA NEKARÎ KURDAN BIXAPÎNE DEST BI ŞER KIR

Mehmet Abdullah anî ziman ku Kurd timî li êrîşên dewleta Tirk rast hatine û di salên 70 û 80'yî de dest bi têkoşîneke siyasî û îdeolojîk kirine. Abdullah got, "Ji ber ku zîhniyeta neteweperest a Tirk bi hemû hêza xwe êrîşî vê şoreşê kir, Kurd neçar man rêya têkoşîna çekdarî hilbijêrin."

Abdullah bibîr xist ku bi asta têkoşînê ya salen 1990'î re lêgerînên li çareseriyê jî destpê kirine, lê belê bi mirina bi guman a Ozal re ev bi dawî bûye. Abdullah axaftina xwe wiha dewam kir: "Heta sala 2013'an hewl hat dayîn bi agirbestan re ev pêvajo were meşandin. Di sala 2013'an de cara 9'an agirbest hat îlankirin. Ev yek bi pêvajoya Dolmabahçeyê re gihaşt asteke girîng. Lê belê xuyaye dewleta Tirk ev asta pêvajoyê qebûl nekiriye. Ji her alî ve Kurdan di vê pêvajoyê de destketî wergirtin, gelan destketiyên mezin bi dest xistin. Ji ber ku di awiya vê pêvajoyê de HDP di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de serketineke mezin a  siyasî qezenç kir. Ji ber vê yekê qebûl nekirin. Her wiha mîna pêvajoya diyalogê ya berê hewl dan bi mijûlkirinê re destketiyên Kurdan pûç bikin. Lê belê dema dît nikare Kurdan bixapîne, careke din êrîş û şer da destpêkirin."

'ŞER BI ASTENGKIRINA HEVDÎTINÊN BI OCALAN RE HAT DESTPÊKIRIN'

Abdullah anî ziman ku pêvajoya nû ya şer bi qedandina hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re destpê kiriye û ragihand ku komkujiya li Pirsûsê gava duyemîn a vê pêvajoya şer e.

Abdullah destnîşan kir ku têkoşîna Kurdan yekalî nîne û got, "Alternatîfên xwe jî yek nîne. Hûn deriyekî bigirin, hingî Kurd wê alternatîfeke din bibînin. Ew jî, bi sîstema xweser re rêveberiya xwe ye. Eger dewleta Tirk rêbaza diyalog û muzakereyê qebûl nake, ev alternatîf wê bêhtir bi pêş bikeve."

YA HEYÎ ŞOREŞEKE GEL E

Hevserokê Tevgera Azadî Mehmet Abdullah rewşa heyî ya li Bakurê Kurdistanê weke şoreşeke gel a ji jin, ciwan û hemû beşên civakê pênase kir û da zanîn ku tezkere li dijî vê şoreşa gel ji nû ve hatiye derxistin.

'BÊDENGIYA LI TEZKEREYÊ TÊ WATEYA ERÊKIRIN'

Abdullah da xuyakirin ku divê partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê li hemberî vê helwestê nîşan bidin û got, "Partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê li ser bingeha berjewendiyên neteweyî siyasetekê nameşînin. Ya tê meşandin siyasetek li ser bingeha berjewendiyên partiyê ye. Siyasetek li ser bingeha berjewendiyên şexsî û malbatî tê meşandin e. Bala xwe bidinê, her sal li Tirkiyeyê bi dengê erê yê hemû partiyan re tezkereya şer a li hemberî xaka Kurdistanê tê derxistin. Îsal jî bi heman rengî tezkere li parlamentê hat erêkirin. Li hemberî vê yekê diviyabû helwesteke Parlamenta Başûrê Kurdistanê hebûya. Bêdengiya li vê tê wateya erêkirina tezkereyê, tê wateya hevkariya vê tezkereyê.

Ji sala 94'an û vir ve qaşo li hemberî rejîma Baas û şerê navxweyî leşkerên Tirk derbasî Başûrê Kurdistanê bûbûn. Lê belê tevî ku ev sedem ji holê rabûne jî hînê leşker li vir in. Hêza leşkerî ya li vê derê timî berê tivinga xwe didin gerîla. Ya ku niha tê kirin jî ev e." Abdullah bêdengiya partiyên li Başûrê Kurdistanê rexne kir û xwest li hemberî şerê li Bakur helwestê nîşan bidin.

Abdullah ev bang kir: "Partiyên li Başûrê Kurdistanê li hemberî vê bêdeng in. Ev partî demeke dirêj li ser nakokiyên siyasî yên di navbera xwe û pirsgirêka serokatiyê de dikarin bi rojan civînan lidar bixin. Lê belê li hemberî ewçend êrîşên dijwar ên li dijî gelê me deng ji wan nayê, ti helwestê nîşan nadin. Divê ev neyê ji bîr kirin. Eger têkoşîna li Bakurê Kurdistanê û hêza li Qendîlê nebûya, Başûrê Kurdistanê wê ewçend aram nebûya. Divê neyê ji bîr kirin ku hêzên dagirker li dijî têkoşîna li her parçeyê Kurdistanê, di nava tifaqê de ne. Bi hev re êrîş dikin. Ji ber ve yekê divê Başûrê Kurdistanê bi taybetî li pêşberî rewşa li Bakurê Kurdistanê diqewime û asta têkoşînê bêdeng nemîne."