TJK-E: Pêwîste jin li hemberî polîtîkayen qirker di nav çalakiyan de bin

TJK-E Bang li jinên Kurd kir ku ji bo komkujî û polîtîkayên qirkirinê yên gelê Kurd bi wan re rû bi rû dimine bên sekinandin bilez çalakiyan li dar bixin.

TJK-E Bang li jinên Kurd kir ku ji bo komkujî û polîtîkayên qirkirinê yên gelê Kurd bi wan re rû bi rû dimine bên sekinandin bilez çalakiyan li dar bixin.

Tevgera Jinê Kurd a Ewropa (TJK-E) ku daxuyaniyeke niviskî weşand û got: “Em bang li jinên Ewropa dikin ku ji bo komkujî û polîtîkayên qirkirinê yên gelê me bi wan re rû bi rû dimîne ben sekinandin, bilez çalakiyan li dar bixin. Li ser esasê xwedîderketina li Cizirê ya her roj ciwan tên qetilkirin, zarok û dayik ji aliyê sekvanan ve û bi topan tên qetilkirin û dîsa xwerêveberiyên li Kurdistanê pêş dikevin em dibejin ku roja derketina kolanan îro ye”

TJK-E da xuyakirin ku divê kesek bi hesabên şexsî an jî bi bendewarî nêzî pêvajoyê nebe û wiha dewam kir: “Pêwîste her kes ji hincetên wek, ez kar dikim, zarokên min hene, wê sibe çalakî pêk bê ez ê biçim tevlî bibim û hwd. birevin. Bi refleksa sibe derenge pêwîste niha be, bikeve nav tevgerê û di nava çalakiyan de cih bigire.

Li Cizîra ku mirina zarokan, bêçaretiya dayikan a nikare cenazeyên zarokên xwe veşêrin, birindarên ku nayên tedawîkirin, birçîtî û bê avî ku lê belav bûye li benda me ye.

Bi şîara ‘Eger hêza me negihîje kesên din ji me re bes e, li cadeyên herî qerebalix, grevên birçîbûnê jî di nav de, çalakyên rûniştinê, xwe zincîrkirin, bi çûna saziyên çapemeniyê û partiyên siyasî wek rû û nefesa mirovên me yên hatin qetilkirin bidin bihîstin.

Her kes li her cihê lê malbat û cîrane xwe bigire li cem xwe û xwerêveberiyan xwedî derkeve. Pêwîst e bi şîara, mala her Kurdekî komun û xwerêveberiyeke’ li her cihî bêjin, xwerêveberî mafê min e, ez ji bo çarenûsa welatê xwe dikevim nav çalakiyê.

Jin ji bo gelê Kurdistan ji bo jin û zarokan bi tenê nehêle soza ku dane Rêber Apo û şehîdan pêwîst e îro pêk bînin.”