KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Akbaş ê ji aliyê nîjadperestan ve hatibû qetilkirin li Êlihê hat definkirin
Cenazeyê ciwanê bi navê Sedat Akbaş ê ji hêla nîjadperestan hatibû qetilkirin li Êlihê hat definkirin. -
HPG: Em ê tawîz ji nêzîkatiyên însanî nedin
HPG’ê diyar kir ku li hember êrîşan wê ji nêzîkatiya însanî tawîz nedin. -
HPG: 12 leşker, 1 polîsê tevgera taybet hatin kuştin
Gerîlayên HPG/YJA Starê bi çalakiyên bi bandor bersivê didin êrîşên dewleta Tirk. Di çalakiyên gerîla de 12 leşker û 1 polîsê tevgera taybet hatin kuştin. Her wiha derb li 3 helîkopteran hatin xistin. -
KCK: Em xwedî li bajarên xwerêveberî lê hatiye îlankirin derkevin
KCK: Em bang li gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê dikin ku di serî de li Cizîr a bi fedaî li ber xwe dide, xwedî li hemû bajar û navçeyên me yên bi îlana xwerêveberiyan re dest bi pêngava demokratîkbûyînê kirine, derkevin. -
Girseya dixwest ji Mêrdînê biçe Cizîrê hat astengkirin
Welatiyên Mêrdînê yên bi pêşengiya HDP, DBP û MEYADER'ê kom bûn û xwestin ji bo piştgiriyê bidin gelê Cizîrê ku di bin dorpêça polîs û leşkeran de ye û li ber xwe didin biçin Cizîrê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. -
Sekvanan erkdarekî îtfaiyeyê birîndar kirin
Li Cizîrê xebatkarên îtfaiyeyê yên xwestin şewata ji ber guleberana polîsan derketiye mudaxale bikin ji aliyê sekvanan ve hatin gulebarankirin û kesek ji wan birîndar bû. -
Encu: Berdêla wê mirin jî be wê gelê Cizîrê teslîm nebe
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu da xuyakirin ku gelê Cizîrê li dijî komkujiyên hêzên dewletê berxwedaneke mezin nîşan dide û destnîşan kir, ku berdêla wê mirin jî be, wê gel teslîm nebe. -
ESP: Em ê qesrê di xwîna dirijînê de bifetisînin!
ESP Kurdistan, li hember operasyonên AKP’ê nerazîbûn nîşan da û got, “Em ê qesrê di xwîna dirijînê de bifetisînin.” -
Li Cizîrê birîndar hene, wesayît û mal dişewitin
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz da xuyakirin ku ji ber gulereşandina ji wesayîtên zirxî li Taxa Nûrê şewat derketiye û birîndar hene. -
Li ber Parlamenta Ewropayê daxwaza azadiya Ocalan
Bi daxwaza 'Ji Ocalan re Azadî' li ber Parlamenta Ewropayê (PE) çalakiya rûniştinê destpê kir. Bi rayedarên PE û CPT re wê li ser azadiya Ocalan hevdîtin bên kirin û der barê tecrîdê de agahî werin dayîn. -
PKK'ê 'Şehîdên Meha Îlonê' bibîr anî
Komîteya Rêveber a PKK'ê di şexê "Şehîdên Şerê Gel ê Şoreşger, şehîdên Xakurkê yên 12'ê Îlona 2011'an, Şehadeta Çaran, Mecît Kavyan (Simko), Aytekîn Tûglûk, Cûma Tak û Cûma Bozkoyûn" de cangoriyên meha Îlonê bibîr anî. -
Başaran: Êrîşên li ser Taxa Nûhê giran bûn, gel li ber xwe dide
Li Cizîrê êrîşên dewletê zêde dibin. Gel jî li ber xwe dide. -
AKP hat protestokirin, Cizîr hat silavkirin
Li bajarên cuda yên Kurdistanê gel herikî kolanan û terora dewlete ya li Cizîrê şermezar kir. -
Yeşîlkaya yê HPG'yî hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Serkan Yeşîlkaya yê li Êlihê jiyana xwe ji dest da, bi merasîmekê hat veşartin. -
Hevşaredar Nisêbînê Kaya ji wezîfeyê hat dûrxistin
Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya ya çend roj berê hat girtin, ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji wezîfeyê hat dûrxistin. -
Li Metîna balafira keşfê Bayraktar hat xistin
Gerîlayan li Metîna, balafira keşfê ya bi navê Bayraktar xistin. -
Cizîr, roja 5.: Birîndar û nexweş bi xeteriyê re rû bi rû ne
Li Cizîrê ku ev 5 roj in derketina derve qedexe ye, birîndar û nexweş nayên dermankirin. Parlamenter jî careke din li êrîşa çekdarî rast hatin. -
HPG: 20 karmendên gumrikê yên hatin binçavkirin serbest hatin berdan
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku 20 karmendên gumrikê yên hatin binçavkirin, serbest hatine berdan. -
Şêrko Cewdet: Xwerêveberî mafê herî xwezayî yê Kurdan e
Cewdet diyar kir ku xwerêvebirina gelekî mafê herî xwezayî ye û got, "Divê dewleta Tirk vîn, nasname û çanda Kurdan nas bike. Ya rast; bi rêya muzakereya demokratîk re çareseriya pirsgirêka Kurd e." -
Qendîl cara duyemîn hat bombekirin
Balafirên şer ên Tirk, cara duyemîn herêma Qendîlê bombe kirin. Di êrîşa bombeyî de gundên Bole û Komûtan hedef hatin girtin. -
Başaran: Li Cizîrê tank û top li hemberî biryardariya gel bêçare mane!
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran a ji rojan destpêkiran êrîşên li hemberî gel û vir ve li Cizîrê ye, destnîşan kir ku li hemberî êrîşên hikûmeta AKP'ê gelê Cizîrê bi berxwedaneke mezin a vînê re li ser piyan maye. -
Balafirên şer ên artêşa Tirk Qendîlê bombe dikin
Balafirên şer ên Tirk li gor saeta herêmî ji 23.55’an ve herêma Qendîl a Herêmên Parastinê yên Medya bombe dikin. -
75 nexweşên dîyalîzê yên li Cizîrê nayên tedawîkirin!
Li Cizîrê ji ber pevçûnên dikevin roja sêyemîn nexweşên diyalîzê nikarin bikevin makîneya diyalîzê. -
Polîsan welatiyê diçû taziyeyê birîndar kirin
Polîsên sekvan gule avêtin welatiyê bi navê Mesut Demîr ê li Cizîrê xwest biçe şîna xizmê xwe û ji milê wî birîndar kirin. Demîr, rakirin nexweşxaneyê. -
Cenazeyên kesên li Cizîrê hatin qetilkirin birin Şirnexê
Cenazeyê Saît Çagdavul, Osman Çaglgi (18), Cemîl Çagirga (13) Muhammed Tahir Yaramiş ê 35 rojî ku li Cizîrê ji aliyê polîs û tîmên taybet ve hatin qetilkirin, birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê