Şêrko Cewdet: Xwerêveberî mafê herî xwezayî yê Kurdan e
Cewdet diyar kir ku xwerêvebirina gelekî mafê herî xwezayî ye û got, "Divê dewleta Tirk vîn, nasname û çanda Kurdan nas bike. Ya rast; bi rêya muzakereya demokratîk re çareseriya pirsgirêka Kurd e."
HALÎT ERMÎŞ
HEWLÊR / ANF
sêşem, 8 rezberê 2015, 09:38
Parlamenterê Yekgirtû Îslamî Şêrko Cewdet diyar kir ku xwerêvebirina gelekî mafê herî xwezayî ye û got, "Divê dewleta Tirk vîn, nasname û çanda Kurdan nas bike. Bi şer ev 30 sal in pirsgirêk çareser nebûye, ji niha û pê ve jî bi vî rengî çareser nabe. Ya rast; bi rêya muzakereya demokratîk re çareseriya pirsgirêka Kurd e."
Parlamenterê Yekgirtû Îslamî Şêrko Cewdet bersiv da pirsen ANF'ê
Piştî hilbijartinan dewleta Tirk vîna siyasî ya gelê Kurd nas nekir, pêvajoya çareseriyê qedand. Piştre êrîşan rû dan û di van êrîşan de heta niha bi dehan Kurd hatine qetilkirin. Hûn van êrîş û komkujiyan çawa dinirxînin?
Pêwîste di destpêkê de ev were gotin. Pirsgirêk dive bi rêyên aştiyane û demokratîk were çareserkriin. Gelê Kurd di herikîna dîrokê de ji aliyê serdestan ve, ji aliyê hikumdaran ve hatiye binpêkirin û qetilkirin. Ne tenê dewleta Tirk hemû hêzên li ser Kurdistanê serdest, divê pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane çareser bikin.
Di dawiya dawî de li dû hemû şer û pevçûnan pirsgirêk dîsa bi muzakereyê hatine çareserkirin. Lewma saeteke bi rewşa aştiyê, ji hezar salên bi şer bêhtir hêja ye. Lê belê pêwîste serdest jî êdî daxwaza Kurdan a ji mafê demokratîk baş fêm bikin. Ev ne mîneteke. Ev yek daxwaza mafê xwe yê herî xwezayî ye. Ji ber vê yekê, ji bo gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê mafên xwe yên herî rewa û demokratîk bi dest bixe û pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe, divê em ji ya destê me tê bikin.
Li hemberî van êrîşan gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê xwerêveberî ragihand. Hûn van ragihandin û daxwaza xwerêveberiye ya Kurdan çawa dinirxînin?
Li cîhanê ne tenê di navbera dewleta Tirk û Kurdan de pirsgirêk heye. Gelek mînakên dişibin vê hene. Gelek mafên xwe yên herî demokratîk dixwaze. Dixwaze xwe birêve bibe. Ev mafê xwe yê herî xwezayî ye. Lê ya girîng di vir de çareseriya vê pirsgirêkê bi rêyên aştiyane ye. Li hemberî daxwaza gelekî divê rewşeke ewçend matmayî rû nede. Girîng e ev xwezayî were dîtin. Gel nikarin li hemberî xespkirina mafên xwe bêdeng bimînin. Eger bi vî rengî be wê pirsgirêk mezintir bibe. Mezinbûn ne êrîşkirin, qetilkirin e. Mezinbûn afirandina çareseriyê ji van pirsgirêkan re ye.
Lê belê Kurd bi salane xwestin pirsgirêkên xwe bi muzakereyê çareser bikin. Ji bo vê agirbest jî ragihandin. Hevdîtin hatin kirin. Tevî vê jî ji ber ku ji Erdogan re 400 wekîl nehat dayîn got ku Erdogan ve şer daye destpêkirin. Bi dîtina we Erdogan dixwaze çi bike?
Şerê di navbera dewleta Tirk û Kurdan/PKK'ê de divê bi rêyên diyalog û aştiyane were çareserkirin. Naxwe wê ev rewş her tim ji bo berjewendiyên siyasî were bikaranîn. Di vir de ya tê qurbankirin jî gelê sivîl e.
Ez bawerim ku li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd wê bi rêyên aştiyane çareser bibe. Derfetên vê hene. Lê ya herî girîng nîşananda vîna vê ye. Dewleta Tirk di nava 25 salên dawî de zexteke mezin kir, zor bi kar anî, lê belê Kurdan dîsa jî ev nepejirandin û hînê jî qebûl nakin. Dibe ku Saddam zexteke mezintir li Kurdan kir, qetil kir. Lê Kurd tine nebûn, berevajî bêhtir xurt bû. Ev yek nîşan dide ku hêza zext û zordariyê di dawiya dawî de têk diçe. Ev mejî bi ti awayî serketî nabe. Ya encam jê bê, feraseta aştiyê ye. Bi vê hişmendiyê girîng e her du alî pirsgirêkan bi rêya muzakereyê çareser bikin.
Di nava salên dawî de di navbera Kurdan û dewleta Tirk de gelek hevdîtin hatin kirin. Lê belê Erdogan li dijî Kurdan ji nû ve dest bi şer kir. Di rewşeke bi vî rengî de çi dikare were kirin?
Neçare li muzakereyê vegere. Rêyeke din nîne. Ji ber ku mafên gelê Kurd hene û hûn nikarin vê tine bihesibînin, asteng bikin. Eger Tirkiye welatekî demokratîk be, nabe ku mafên Kurdan tine bihesibîne.
Lewma neçar e mafê xwerêvebirinê yê gel radest bike. Ji dayînê wêdetir, divê li pêşiya vê nebe asteng. Ji ber ku ev yek ji xwe mafê herî xwezayî yê gelekî ye. Mafekî ji dayikbûnê û vir ve heye. Sîstema navendîparêz sîstemeke desthliatdariyê xurt dike ye. Ji bo welatek demokratîk bibe divê rêveberiya desthilatdariya navendî erkên xwe radestî herêman bike. Mafê gelê Kurd heye xwe birêve bibe, li ser vîna xwe serdest be.
Çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk ne tenê ji bo Kurdan, ji bo Tirkan jî gelekî girîng e. Bi vî rengî wê Tirkiye xwe bigihîne aştî û aramiyê. Lewma dixwazin careke din vê destnîşan bikim; naskirina mafên xwerêveberiyê yên gelê Kurd ji bo yekîtiya Tirkiyeyê gelekî girîng e. Ji ber ku eger li welatekî mirov bibînin xwedî vîna xwe ne û xwe bi xwe birêve dibe, hingî ji aliyê siyasî û aboriyê ve jî wî welatî diparêze û mezin dike. Dema xesp, zor û zextê bibîne, wê bixwaze vê bişikîne.
Di sedsala bihurî de Kurdistan di nava dewletên serdestan de hat parçekirin, hat xwestin Kurd bên tesfiyekirin û mafên wan hatin talankirin. Lê belê Kurd tine nebûn. Ev hêz divê êdî qebûl bikin ku Kurd yek ji gelê qedîm ê vê xakê ye û çand, ziman û nasnameya wan nas bikin. Ji xwe Kurdan îspat kirine ku nasname û çanda wan nikare bê tinekirin.
Li Başûrê Kurdistanê li dijî şerê li Bakurê Kurdistanê nerazîbûn nehat nîşandan. Pêwîste Başûrê Kurdistanê li hemberî van êrîşan helwesteke çawa nîşan bide? Ji ber ku hûn jî dizanin di vî şerî de sivîl hatin qetilkirin. Hem li Zergelê hem jî li Bakurê Kurdistanê komkujî hatin kirin, tên kirin.
Di navbera aliyên siyasî yên Kurd de diyalog qels e. Pêwîste di navbera hêzên ji bo mafên Kurdan têdikoşin de diyalog û têkiliyeke xurt hebe. Ev qutbûna ji hev bûye sedem ku der barê pêşeroja Kurdan de nêrînên cuda derkevin holê. Lê belê cihêrengî hebe jî dema mijar Kurd be, em neçarin bi hev re tevbigerin. Divê doza azadiyê ya Kurdan her kesî li hev bicivîne. Ji xwe li hemberî Kurdan zext û zilmeke mezin heye.
Bêguman divê hemû aliyên siyasî li hemberî van bûyer û qewimînan helwestê nîşan bidin. Hêzên li Başûrê Kurdistanê dikarin bandorê li ser her du aliyan bikin. Hebûna pirsgirêkên navxweyî û krîzan nayê wê wateyê ku em ê li hemberî bûyerên bi serê xwişk û birayên me yên li Bakurê Kurdistanê de tên, bêdeng bin. Dibe ku nêrînên me ji hev cuda bin. Lê belê mijar; maf û azadiya Kurdan e. Lewma divê bêdeng nemînin. Ji ber ku ya tê xwestin, mafên herî rewa ne. Girîng e em destekê bidin hev. Divê li parlamentê hin tişt werin kirin. Pêwîste karê parlamentê ne tenê qanûnên li Başûrê Kurdistanê be. Hemû bûyer û qewimînên li Kurdistanê me eleqedar dike. Em nikarin bi xemsarî tevbigerin. Mînak, hin malên rastî êrîşê hatin ji aliyê parlamenteran ve hatin ziyaretkirin. Lê ev têrê nake. Pêwîste parlament bi awayekî fermî bikeve nava hewldanan.