Cizîr, roja 5.: Birîndar û nexweş bi xeteriyê re rû bi rû ne

Li Cizîrê ku ev 5 roj in derketina derve qedexe ye, birîndar û nexweş nayên dermankirin. Parlamenter jî careke din li êrîşa çekdarî rast hatin.

Qedexeya derketina derve ya li Cizîrê di roja 5. de dewam dike. Birîndar û nexweş, ji ber dorpêçiyê û qedexeya derketina deve, nikarin bên dermankirin.

Parlarmenterê HDP'ê Ferhat Encu yê li navçeyê ye, da zanîn ku 75 nexweşên diyalîzê li benda tedawiyê ne û got, "Dewlet li Cizîrê mirovahiyê binpê dike."

Encu diyar kir ku ew ji Taxa Nûrê debasî Taxa Cûdî bûne û anî ziman ku li mala ew çûnê jineke felçbûyî li benda ambûlansê bû, lê polîsan destûra derbasbûna ambûlansê nedane.

GULE LI WEKÎLAN HATIN REŞANDIN

Parlamenterên HDP'ê yên ji Taxa Nûrê hewl dan derbasî Taxa Cûdî bibin, rastî gulereşandina polîsan hatin. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz got, "Bi hevalên xwe yên wekîl dema me hewl didan ji Taxa Nûrê derbasî Taxa Cûdî bibin, ji wesayîtên zirxî gule li me hat reşandin."

Êrîşên gladyoya Qesrê yên li hemberî gel tevahiya şevê dewam kirin. Taxa Cûdî bi çekên giran hatin gulebarandin.

GEL TEVAHIYA ŞEVÊ LI SER PIYAN BÛ

Parlamenterê HDP'ê Mehmet Alî Aslan ê li navçeyê ye duh bi şev bi rêya hesabê xwe yê Twîtterê ev daxuyanî da: "Niha li Cizîrê dengê teqînan tê. Dayik bi tilîliyan bersivê didin. Gel hemû li kolanan e."

Sariyildiz jî di heman saetan de got, "Li hemberî Taxa Nûrê bi roketan, bombeavêj û çekên giran êrîş hatiye destpêkirin. Guh bidin qîrîna berxwedanê ya Cizîrê. Daxwaza komkujiyê ya dewletê hînê neqediya ye. Niha bi bombeavêjan li gelek kolanan dixin."

Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Leyla Bîrlîk jî ji bo rewşa duh bi şev got, "Gelê me tevahiya şevê li ser piyan bû û bi tilîlî û dirûşmeyan bersiv da çekên giran ên polîsan."