Sekvanan erkdarekî îtfaiyeyê birîndar kirin

Li Cizîrê xebatkarên îtfaiyeyê yên xwestin şewata ji ber guleberana polîsan derketiye mudaxale bikin ji aliyê sekvanan ve hatin gulebarankirin û kesek ji wan birîndar bû.

Li Cizîrê xebatkarên îtfaiyeyê yên xwestin şewata ji ber guleberana polîsan derketiye mudaxale bikin ji aliyê sekvanan ve hatin gulebarankirin û kesek ji wan birîndar bû.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di encama gulebarana polîsan de li Kolana Ersîn a Taxa Nûr li malekê şewat derket. Ekîbên îtfaiyeyê ku xwestin mudaxaleyî şewatê bikin ji aliyê sekvanan ve hatin gulebarankirin. Di encama gulebaranê de Lokman Sorgun birîndar bû. Sorgun ê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.

Li aliyê din li malê hate hinbûn ku cenazeyê ciwan û welatiyeke temen mezin ên şewitî hene.