Polîsan welatiyê diçû taziyeyê birîndar kirin

Polîsên sekvan gule avêtin welatiyê bi navê Mesut Demîr ê li Cizîrê xwest biçe şîna xizmê xwe û ji milê wî birîndar kirin. Demîr, rakirin nexweşxaneyê.

Polîsên sekvan gule avêtin welatiyê bi navê Mesut Demîr ê li Cizîrê xwest biçe şîna xizmê xwe û ji milê wî birîndar kirin. Demîr, rakirin nexweşxaneyê.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê dema welatiyê bi navê Mesût Demîr xwest biçe şîna xizmê xwe rastî êrîşa polîsên sekvan hat. Li Cizîrê piştî 3 zarokên çûn nan bistînin û rastî êrîşa polîsan hatin, niha jî Mesut Demîr li Taxa Alîbey dema çû şina xizme xwe rastî êrîşa polîsên sekvan hat û ji milê xwe birîndar bû. Demîr rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.