Li Metîna balafira keşfê Bayraktar hat xistin
Gerîlayan li Metîna, balafira keşfê ya bi navê Bayraktar xistin.
Gerîlayan li Metîna, balafira keşfê ya bi navê Bayraktar xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku li herêma Metîna ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê, balafireke keşfê ya artêşa Tirk hatiye xistin.
Di daxuyaniya HPG'ê de hat gotin, "Roja 7'ê Îlonê saet di navbera 12:00-12:30 de li hemberî balafira keşfê Bayraktar a li ser qadên Şehîd Agir û Kurêşîno yên Metîna digeriya, hêzên me yên gerîla bi çekên giran çalakiyek pêk anîn. Balafira keşfê ya bi tîpa Bayraktar a derbên giran xwar, dema berê xwe da Qereqola Serbesta, hat xwarê."