Hevşaredar Nisêbînê Kaya ji wezîfeyê hat dûrxistin
Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya ya çend roj berê hat girtin, ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji wezîfeyê hat dûrxistin.
Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya ya çend roj berê hat girtin, ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji wezîfeyê hat dûrxistin.
Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya ya bi hinceta 'îlana xwerêveberiyê' çend roj berê hat girtin, ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji wezîfeyê hat dûrxistin.
Beriya niha Hevşaredarên Colemêrgê Dîlek Hatîpoglû û Nûrûllah Çîftçî, Hevşaredarên Sûrê Seyîd Narîn û Fatma Şik Barût, Hevşaredara Farqînê Yuksel Bodakçi û Hevşaredarê Liceyê Harûn Erkûş hatibûn girtin, der heqê Hevşaredarê Geverê Tacettîn Sefali de jî biryara girtinê hatibû derxistin.
Hevşaredarê Sûrê Seyîd Narîn û Hevşaradar Farqînê Yuksel Bodakçi piştî girtinê, ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin.