75 nexweşên dîyalîzê yên li Cizîrê nayên tedawîkirin!
Li Cizîrê ji ber pevçûnên dikevin roja sêyemîn nexweşên diyalîzê nikarin bikevin makîneya diyalîzê.
Li Cizîrê ji ber pevçûnên dikevin roja sêyemîn nexweşên diyalîzê nikarin bikevin makîneya diyalîzê.
Li Cizîrê ji ber pevçûnên dikevin roja sêyemîn nexweşên diyalîzê nikarin bikevin makîneya diyalîzê.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji ber terora dewletê nexweşên diyalîzê nayên tedawîkirin. Ji ber tîmên taybet ketin û derketina nexweşxaneyê girtine nexweş nikarin bikevin nexweşxaneyê û xizmên wan jî ti agahiyan nagirin.
Tê îdîakirin ku ji ber pevçûnan li Nexweşxaneya Dr. Selahattîn Cîzrelîoglû cih nemaye, tenê hin pratîsyen dixebitin, lê ev jî ji aliyê leşker û tîmên taybet ve tên astengkirin.
Parlamenterê HDP’ê Faysal Sariyildiz jî ragihand ku rêveberiya nexweşxaneyê ji wan re gotiye, ji ber qedexeya derketina derve 75 nexweşên diyalîzê tedawiya xwe di makîneya diyalîzê de nekirine.
Li gel vê çavkaniyên herêmî diyar kirin ku ji Fatma Ogen a pêwîst e bilez bi makîneya diyalîzê tedawiya xwe bibîne û du keçên wê ev 2 roj in ti agahî nînin.