Yeşîlkaya yê HPG'yî hat veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Serkan Yeşîlkaya yê li Êlihê jiyana xwe ji dest da, bi merasîmekê hat veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Serkan Yeşîlkaya (Serkan Elazig) ê di 1'ê Îlonê de di çalakiya li hemberî qereqola polîsan a li navenda Êlihê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbatê ve ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Herêma Êlihê ve hat wergirtin. Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Yeşîlkaya duh bi şev gihîşt Elezîzê.

Di merasîma veşartinê de rêveberên HDP û DBP'ê yên bajêr tevî malbatê amade bûn. Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Yeşîlkaya li gundê Demîrcî yıê Kovancilarê hat veşartin.