ESP: Em ê qesrê di xwîna dirijînê de bifetisînin!
ESP Kurdistan, li hember operasyonên AKP’ê nerazîbûn nîşan da û got, “Em ê qesrê di xwîna dirijînê de bifetisînin.”
ESP Kurdistan, li hember operasyonên AKP’ê nerazîbûn nîşan da û got, “Em ê qesrê di xwîna dirijînê de bifetisînin.”
Rêxistina ESP Kurdistan a daxuyaniyeke nivîskî weşand, li hember polîtîkayên şer ên AKP’ê, binçavkirin û girtiyên li hember partiya wan nerazîbûneke tund nîşan da.
ESP Kurdistan got, "Piştî 7’ê Hezîranê Erdogan ê ji bo pêşeroja qesra xwe ku teredut nake zarokên xizanan biavêje nav êgir, bi taktîkên şer ên salên 90’an, komkujiyên zarokan, pêkanînên OHAL’ê re yan tesmiyet an jî mirin ferz dikir, ku got, 'Eger 400 wekîlên min dixwest hatibana hilbijartin ev tişt pêk nedihatin’ niyeta xwe ya rast a li pişt van êrîşkariyan îtîraf kir…
Partiya me ya di têkoşîna yekgirtî ya gelan de di xala kilît de cih digire, ku di hedefa terora dewletê de ye tê fêmkirin. Mêtinkariya faşîst a bi komkujiya Pirsûsê re xwestiye pira têkoşîna yekgirtî hilweşîne bi ser neketiye. Binçavkirinên dawî nîşaneya vê ne."
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hatgotin, "Em ê pergala qesrê di xwîna ku rijandiye de bifetisînın. Em ê pergaleke ku gel di nav aştî û biratiyê de bijîn ava bikin.”