Başaran: Êrîşên li ser Taxa Nûhê giran bûn, gel li ber xwe dide
Li Cizîrê êrîşên dewletê zêde dibin. Gel jî li ber xwe dide.
Li Cizîrê êrîşên dewletê zêde dibin. Gel jî li ber xwe dide.
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşa Acar Başaran a li Cizîrê ye ragihand, ku li navçeyê êrîş zêde bûne.
Başaran da zanîn ku êrîşên li Taxa Nûhê giran bûne û got, "Ji wesayîtên zirxî anonsê dikin û banga 'teslîm bibin' li gel dikin. Bi dijwarî gule tên reşandin. Gel jî bi tilîliyan bersivê dide."