Li Cizîrê birîndar hene, wesayît û mal dişewitin
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz da xuyakirin ku ji ber gulereşandina ji wesayîtên zirxî li Taxa Nûrê şewat derketiye û birîndar hene.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz da xuyakirin ku ji ber gulereşandina ji wesayîtên zirxî li Taxa Nûrê şewat derketiye û birîndar hene.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz diyar kir ku li Taxa Nûrê ya Cizîrê, ji ber bomberdûmaan giran li malekê şewat derketiye û der barê bûyerê de ev agahî da:
"Ji ber gulereşandina ji wesayîtên zirxî li qatê 3. ê kolana Ersîn a Taxa Nûrê, şewat derket. Ji ber dûxanê 5-6 zarok bi jehrê ketin. Welatiyan mast dan zarokan, rewşa zarokan niha baş e. Pêwîste ev dorpêçî tavilê were rakirin. Di her kêliyê de xeterî heye ku komkujiyek bê serê sivîlan."
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu jî got, "Li çarrêya Cizîrê, li derdora Nexweşxaneya Botanê mal û wesayît dişewitin. Divê arkuj û ambûlans tavilê bên cihê bûyerê."